Malpera Tarîxa Wêranşarê(Viranşehir Tarihi)di Facebookê da fotografekî 50 sal berê parve kiriye. Malperê gotiye, fotografê çend xortên wêranşarî yên sala 1976a çûne şeva Wêranşarê ya li Anqerê. Fotograf bi rastî yê wê rêwîtiyê ye ya na ez nizanim.
Ji yên ew rêwîtî organîze kirin yek jî ez bûm. Em bi otozekê çûn Anqerê. Lê sal ne 1976, gerek 1975 be.
Ez dixwazim qala çîroka berî wê rêwîtiya me bikim. Li Wêranşarê çi qewimî, me
komela pêşî ya Wêranşarê (navê wê nayê bîra min)çawa ava kir û mitînga Wêranşarê çawa çêbû?
Ji bo protestokirina van kuştinan me çend hevalan bi riya wêranşariyên li Anqerê dixwendin bi DDKD ya Anqerê ra têkilî danî, me got dibê em van kuştinên li ser sînor protesto bikin.
Ji Wêranşarê Reşît Delek, Necatî Duygu, Sabrî Kont wê demê li Anqerê dixwendin. Çend hevalên din jî hebûn nuha navên wan nayê bîra min. Reşîd Delek di komîteya birêvebir a DDKDê da bû, belkî sekreter bû.
DDKDê pêşniyara me qebûl kir û di dawiya 1974a da li Wêranşarê destûra mitîngekê girt.
Berî mitîngê bi çend rojan ji Anqerê û ji derên din gelek telebe(xwendekar) hatin Wêranşarê.
Em gund bi gund gerîyan, me belavok belav kirin, me xelk dawetî mitîngê kir.
Ji şansê me yê xerab ra berî mitîngê bi du sê rojan bû baran, baranê het aroja mitîngê venekir.
Roja mitîngê ji Rihayê, ji Diyarbekrê, ji Mêrdînê bi sedan leşker, gelek tank, wesayitên leşkerî anîbûn Wêranşarê. Li bajêr atmosfereke pir ne xweş hebû, Wêranşar hatibû dorpêşkirin.
Digotin ewê mitîngê gulebaran bikin.Tirsek mezin ketibû dilê milet, her kes ji êrîşê ditirsiya.
Ji bo ku ji bajarên din kes neyê mitîngê rê girtibûn, nehîştin gelek kes werin mitîngê.
Leşker di nava bajêr da digeriyan, li ser xaniyan bi cî kiribûn.
Me mitîng li Ebrê, li seha topê çêkir. Heta ji Amedê û qezayên wê jî, ez ne şaş bim ji Farqînê jî însan hatibûn mitîngê.
Qeymeqam, emnîyetê, leşkeran ji me ra gelek zahmetî derxistin, xwestin mitîngê îptal bikin bin, lê komîteya mitîngê li ber xwe da, mitîng çêbû.
Me komîteyeke mitîngê çêkiribû, tê da çend kesên huqûqnas hebûn. Ew bi qaymeqam, emnîyetê û ra dipeyivîn.
Di nava wan da navê Vahît Başaran û Îbrahîm Guçlu di bîra min da maye. Ji Wêranşarê jî Sabrî Kont û belkî Reşîd Delek jî hebû. Wan karên broktaîk dimeşandin.
Me mitînga xwe bi serfirazî çêkir, pir qelebalix bû. Ji bajarên din jî gelek însan hatibûn mitîngê. Mitîngê olan da. Em gihîştibûn hedefa xwe.
Heta wê çaxê li Wêranşarê dernek tunebû. Me dixwest em komeleyekê çêkin.
Hevalên hatibûn mitîngê me li malan belav kiribûn. Çend kes jî li mala me diman. Îsmet Ateş, Vahît Başaran, Nîhat Gebelîoglu û çend kesên navên nuha wan nayê bîra min li mala me diman.
Hevalên hatibûn ji me ra(ez, Necatî Duygu, Mehmet Kuçuk)gotin komelekê çêkin.
Me got, em jî dixwazin çêkin, lê em nizanin destûrê binivîsin.
Gotin emê alî we bikin. Alî me kirin, me bi hev ra destûr nivîsî û me li
Wêranşarê komela xwe ava kir. Me destûra DDKDê kopî kir.
Lê ji me ra cîyek lazim bû, perê me tunebû em derekê kirê bikin. Gerek me
edresek bida emnîyetê.
Ez çûm ba Semoyê Topal(Îsmaîl Çakar)Min jê ra got, me komeleyek ava kiriye, lê
ciyê me tune ye. Dikanek te vala ye, wê bide me.
Camêr got, ser çavê min, dikana min a dawî vala ye, a ji te ra kilît, herin tê
da rûnin. Ez ji kêfa firiyam.
Semoyê Topal ereb bû, ez ne şaş bim ji eşîra Şurufa bû. Belkî jî Bihêmî bû.
Dostê bavê minê rahmetî bû. Ew û bavê min di destpêka 1960î da li Helebê 3-4
salan di hefsê da mabûn. Lema nabêna min û wî jî baş bû. Camêr ji xortên çep jî
hez dikir. Merivekî pir cesûr, şerûd û orjînal bû.
Me çend kursî ji der û dorê top kirin, em derbasî ciyê xwe bûn.
Di kongreyê da ez û Remzî Taylan bûn namzedê serokatiyê. Min qezenc kir, ez bûm
serokê pêşî yê komela pêşî a Wêranşarê. Navê komelê:
”Viranşehir Demokratik Gençlik Derneği/Komeleya Wêranşarê
ya Demokratîk a Ciwanan."
Ev komele di sala 1977a da bû DDKD ya Wêranşarê û Mahmût Çoban jî bû serokê wê.
Nuha ez werim ser Şeva Wêranşarê ya Anqerê û çûna me ya şevê.
Di destpêka 1975a da(kane nîsan, gulan be, lê baş nizanim) hevalên DDKDê biryar
dan li Anqerê şeveke Wêranşarê çêkin. Me li komelê ev yek sohbet kir, me got em
bi otobozekê herin.
Me otobozek kirê kir(kane ya mala Çakaran be), em gelek kes çûn Anqerê, Şeva
Wêranşarê.
Li gorî malpera Tarîxa Wêranşarê nivîsîye, ev risim yê wê demê ye. Heger rast
be tarîx dibê 1975 be.
Alî Kuranliogluyê rahmetî, Remoyê Berber ji du kesên navên di bîra min da mane.
Şivan Perwer di şevê da deket sehnê, gava dest bi sitrana Xezal xazalê kir
salon hejiya, dengê kurdî em har kirin, ji kêfa em ji xwe derbas bûn, bi cuzbê
ketin. Gelekên me cara pêşî bû tiştekî wiha didît.Ez û Ferîd Ûzûn li Kêlek hev
rûniştibûn. Cara pêşî min Ferîd Ûzûn li wir nas kir.
Pûlis pir bûn, digotin heger bi kurdî sitran were gotin ewê êrîş bikin.
Ji bo ku pûlis xwe negihîne Şivan Perwer, wî negrin, bi sedan kesî li dora
sahanê du-sê çember gerandi bûn. Dora sehnê bûbû wek bedeneke asê.
Dema Şivan sitran dom kir, pûlisan êrîş kirin, çembera dora sehnê nehîşt xpûlis
we bigihînin Şivan. Piştî çend sitranan û xirecireke mezin Şivan revandin, ji
destên pûlisan xelas kirin.
Roja din
heval vegerîyan ez li wir mam, min got ezê dûra werim.
Di nav telebeyan(xwendekaran)da hereketek mezin hebû, hevalên Rizgarî, hevalên
Riya Azadî, yên Dr. Şivan, hevalên Kawa, yanî yên çîncî û sovyetçî wek mûriyan
dixebitîn, di nav xwendekaran da minaqeşeyeke mezin hebû. Her kesî, her hzê
dixwet ji xwe ra hevaln çêke.
Di destpêka 1975a da ez bûbûm hevalê hereketa Dr. Şivan, endamê PDK-T bûm.
Ez endamê komîteya Rihayê bûm. Ez, Şêxmûs Cibran, Eyûp Uzûnê eczacî endamê
komîteyê bûn. Serokê Komîtê Abûqat Ahmed Karliyê rahmetî bû. Dûra Eyûp dev ji
siyasetê berda.
Ji ber ku partî û xebat îllegal bû, meriv nedigot ez endamê filan partiyê me.
Hevalên Rizgariyê bi dû min ketibûn, dixwestin min bikin hevalên xwe.
Lê ez hevalê hereketa Dr. Şivan bûm, min ji wî pir hez dikir, ez heyranê wî
bûm.
Li Anqerê diçûm Komalê, min dixwest Îsmaîl Beşîkçî û kesên ji hevsê derketibûn
nas bikim, bi wan ra sohbet bikim. Min du sê caran Beşîkçî li Komalê dît û jê
hin pirs kirin.
Nadîr Yektaş hevalê Rizgarî bû, ji min ra got, Mumtaz Kotan dixwaze te bibîne.
Min got baş e. Êvarî em çûn malekê. Gelek kes li wir bûn. Seydo Aslandag jî li
wir bû. Hevalên Rizgarî buroşorek derxistibûn, navê wê nayê bîra min, tê da analîzeke siyasî û sosyolojîk kiribûn, qala kî hedefê şoreşê ye, kî ne hedef e hin tahlîl kiribûn. Dîtin û tezên Rizgariyê di nav xortan
da bi heraret dihat minaqaşekirin.
Em li dijî fikrên Rizgariyê bûn, me digot vana axa diparêzin. Em bêtir çep bûn,
Rizgarî nasyonalîst bû. Esas bêyî Rizgariyê hêzên din giş çep bûn, hinek çînçî,
hinek jî sovyetçî bûn.
Rizgarî li dijî van fikran bû, xeta wa nya herî rast bû. Wan xwe tevî şerê Çînê û Sovyetê nedikir.
Ez û Mumtaz Kotan tenê çûn odeyekê, me dest bi sohbetê û naveroka wê buroşorê
kir.
Ji ber ku ez endamê partiyeke din bûm, wî çi got min qebûl nekir, min xwest
nîşan bidim ez ne bi fikrên wî ra me.
Piştî bîstekê aciz bû, me dev ji sohbeta xwe berda. Got heval Nadîr agahiyeke
şaş daye min.
Derengê şevê ez û Seyfo Aslandag ji wir bi rêketin, emê biçûna mala em lê
diman. Ez dibêjim belkî mala Necatî Duygu ya jî mala Sabrî Kont bû.
Bi rê da mînubusek li min qelibî, pir xerab li min xist, ez çûm ber mirinê.
Bêyî gurçika min a çepê organên min gişk pirçifî bûn. Gurçika min a rastê
girtin.
Şufêr yekî mêrdînî bû, serxweş bûye.
Mehekê li Nexweşxana Hacetepeyê tedawî bûm. Dûra çend rojan jî li mala Nadîr
Yektaş tedawîya min dom kir.
Ez di 6ê hezîrana 1975a da bi balafira Alpaslan Turkeş jî tê da bû çûm Amedê.
Nikanîbûm rabama ser xwe û bimeşiya me, Mehmet Ûzûn ez kirim himêza xwe, birim
li balafirê kirim.Gelek xortên din jî di balafirê da bûn, diçûn îmtihana
unîversîteyê.
Min di balafirê da silogan avêt, Mehmet Ûzûn bi devê min girt, got rehet
bisekine, ewê te bigrin. Ez 38 kîlo mabûm.
Me nizanîbû Alpaslan Turkeş ewê bi wê balafirê here. Berî çûyinê Alaslan Turkeş gotibû:
”Di 6ê hezîranê da ezê herim Moskovaya biçûk”.
Di balafirê da anons kirin, gotin bûyerên mezin çêbûne, emê hinekî dereng
dakevin. Balafir nîv seetê dereng daket.
Miletê kur nehîşt Turkeş bipeyive, şerekî mezin derket, leşkerek û du sivîl
hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Abdulkadîr Kuçukbayrak bi texsiyê ez ji Diyarbekrê birim Wêranşarê.
Dawiya çîroka çûna me ya şeva Wêranşarê wiha qediya.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar