Ereban ji Fasê dest bi dagirkirina Îspanyayê kirine. Di nav çend rojan da 49 hezar kes, ji sedî 99 xort ji bahrê derbasî bajarê Ceutayê bûne.
Lê ev destpêk e, heger hukûmeta Îspanyayê, Yekîtiya Ewrûpayê tedbîreke
sert, cidî negirin di nav çend rojan da jimar ewê derkeve milyonan.
Îspanyayê ev dagirkirin heq kiriye. Hukûmetê di meha nîsanê da ji bo milyonek û 200 hezar koçberên qaçax efû derxistin, mafê rûniştinê û xebatê dan wan. ji bo wê jî xelk tahmijî.
Çimkî li pişt vê "koçê" hedefeke siyasî heye, misilman dixwazin Ewrûpayê bi vê riyê dagir bikin.
Serokên ereb, afrîqî û misilman dibêjin,ya hûnê xûgê bidin
me,ya jî emê bi riya şandina nufûsa zêde,bi taybetî ciwanan,gelek welatên
Ewrûpayê dagir bikin. Gelek serokên îslamî, mele vê hedefa xwe venaşêrin, eşkere dibêjin.
Zarokan çêdikin û dişînin ser Ewrûpayê, dibêjin wan xwedî
bikin.
Lê ewrûpiyan jî ev heq kiriye, çimkî deng nakin, qebûl dikin, hêzên çep ji bo wan xwe dikujin.
Heger Îspanya kesên hatine paşda neşîne, di nav çend mehan da ji Afrîqayê ewê bi milyonan bidin ser
vê riyê, heta ku Îspanyayê, Îtalyayê, Portekîzê, Îngilterê, Almanyayê û gelek welatên din dagir dikin. Kaoseke mezin li pêş Ewrûpayê ye...
Ev der Îspanya, Barcelona ye
-Îspanya hatiye dagirkirin
-Komara îslamî erebî li Ewrûpayê pîroz be
XXX
Serokê partiya GPê(Partiya Pêşerojê)Ahmet Davutoglu gotiye
wî partiya xwe girtiye û ewê dev ji siyasetê berde.
Feqîrê Xwedê, tu siyasetê berdî ewê çi be, tu bernedî ewê çi
be?
Jixwe civatê tim wek tîpekî komîk li te nêrî, lema jî kesî
neda dû te.
Nizanim çima, dema ez Ahmet Davutoglu dibînim, Mr Bean tê
ber çavê min û kenê min tê.
XXX
Di êrîşa du roj berê yên Amerîka û Siûdî yên li Îraqê ser
baregehên Heşdî Şabî da Îranê derbeke mezin xwariye, 5 şêwirmendên îranî hatine
kuştin. Amerîkayê dîsa di çaviyê da lêxistiye. Tirpa mezin di binê têrrê da
bûye.
Amerîkayê û Siûdiyê do bi şev li Îraqê li 5 baregehên Heşdî Şabî
xistin.
Cara pêşî ye Siûdî bersîvê dide êrîşên Îranê û çeteyên wê.
Li gorî beyanên berdevkên Heşdî Şabî 20 kes hatine kuştin û
32 kes jî birîndar in.
Surprîza herî mezin dîsa Îran ji bin derket, 5 şêwirmendên leşkerî yên Îranê jî hatine kuştin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar