Mîsyonerî amerîkî Oseph Plumb Cochran
bi Şêx Ubeydullah ra,
li dora 1880
Ji serîhildana bavê neteweperweriya kurdî Şêx Ubeydulahê Nehrî vir da ye, 150 sal e kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî
dagirkeran serî hil didin, dixwazin welatê xwe rizgar bikin, bibin xwedî
dewleteke netewî.
Lê bi ser nakevin, tim bi zirareka pir mezin têk diçin; 3-40 salî nikanin werin ser xwe, pişta xwe rast bikin.
Şêx Ubeydulahê Nehrî pir xurt bû, xwedî hêzeke mezin bû, di sala 1880î da heta Mahabadê û Urmiyê girt.
Ecem, tirk, rûs û îngilîz lê hatin hev, serîhildan têk birin, Şêx Ubetdulah jî sirgûnî Mekkeyê kirin û li wir jî jahrdadayî kirin, kuştin. Hêza Şêx Ubeydulahê bi dehhezaran belab bû, Miletê kurd perîşan bû.Ji wê rojê da ye kurdan gelek caran serî hildan, di her serîhildanê da bedelên pir giran dan.
Bi milyonan kurd hatin kuştin, bi milyonan koçber û derbeder bûn. Her ku çû demografiya Kurdistanê hat guhertin, bi milyonan tirk, ereb, faris li Kurdistanê belav kirin.
Li gorî dema Şêx Ubeydulah, kurd bêhêztir in, zeîftir in û perîşantir in. Û dijmminên me jî li gorî wê demê sed qatî ji me xurttir in.
Dibê êdî em, kesên zana û alimên me, tarîxzanên me, sosyologên me bersîva van pirsên jêr bidin:
-Ji bo çi me nikanîbûye li tu beşekî Kurdistanê zora dijminê xwe bibira?
-Li Afrîqayê, li Asyayê bi sedan miletên ji me zeîftir, ji me paşdetir, ji me
nezantir kanîbûn zora dewletên mezin bibin, me çima nikanîbû?
-Pêşiyên me çi kêmasî, çi şaşî kirin?
-Em çawa kanin xurt bibin, yekîtiya xwe ya netewî baştir û xurttir bikin?
-Bi kîjan riyê, bi çi hawî em kanin dagirkerên welatê xwe mecbûrî dana mefên
xwe bikin?
-Ji nuha û pê da dibê em çi bikin, kîjan riyê bidin ber xwe ji bo ku em kanibin
bi ser kevin û bigihîjin azadiya xwe?
Gerek zanayên me bersîva van pirsên jor bidin...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar