30 juli 2026

Meriv ji ku dera zirarê û xeletîyê vegere li karê ye

Şertên, hewa demê û civata meriv tê da dijî tesîrê li fikir û tevgera meriv dike, meriv di bin tesîra der û dorê, civatê da dimîne.

Gelek caran meriv bi ya piraniyê dike, di bin tesîra dost û hevalan da dimîne û hin xeletiyan dike, hin gavên şaş davêje, lê belê bedelê xeletiya xwe tim bi tenê dide.
Di 50 salên dawî da gelek însan ji ber ku bi ber bayê piraniyê ketin, di bin tesîra piraniyê û şertên wan rojan da man bedelên pir mezin û giran dan. Hinekan bedelên pir mezin dan.

Dîtina wan şaşiyan nuha rehet e, rexnekirin rehet e, lê dibê meriv ne li gorî îro, li gorî wê demê bifikire. Ya baş ew e meriv di şaşiyên xwe da israr neke, di xeta xwar da asê nemîne.
Dewlet tiştekî bide jî, nede jî, nemana şer û PKKê û Qendîlê baş e, li kara miletê me ye. Ez wer dibînim. Çimkî bi şer em nikanin tiştekî bi dest xînin, mayina PKKê tu karê û feydeyê nade kurdan. Tecrûbeya 50 salî ev yek îspat kiriye.

XXX

-Bi qasî efûkirina xeletîya yekî baş bin, lê belê fena ku ew xeletî qet nebûbe ne ehmeq bin.

T.S. Elîot

Em kanin bi dagirkerên welatê xwe ra li hev werin, lê belê zulma li me kirine dibê em ji bîr nekin. Gerek meriv tarîxa xwe ji bîr neke.

XXX

Serokê partiya GPê(Partiya Pêşerojê)Ahmet Davutoglu gotiye wî partiya xwe girtiye û ewê dev ji siyasetê berde.

Feqîrê Xwedê, tu siyasetê berdî ewê çi be, tu bernedî ewê çi be?

Jixwe civatê tim wek tîpekî komîk li te nêrî, lema jî kesî neda dû te.

Nizanim çima, dema ez Ahmet Davutoglu dibînim, Mr Bean tê ber çavê min û kenê min tê.

XXX

Dibê meriv ji tiştê xerab ra bi zimanekî maqûl bibêje xerab e, ji şaşiyê ra bibêje ev kar, ev gotin şaş e.

Gava meriv li hemberî karê xerab bêdeng bimîne, yê xerabiyê dike ewê bibêje belkî karekî baş dike û dev ji nerindiya xwe bernede.

XXX

Di êrîşa do ya Amerîka û Siûdî ya li Îraqê ser baregehên Heşdî Şabî da Îranê derbeke mezin xwariye, 5 şêwirmendên îranî hatine kuştin. Amerîkayê dîsa di çaviyê da lêxistiye. Tirpa mezin di binê têrrê da bûye.

Amerîkayê û Siûdiyê do bi şev li Îraqê li 5 baregehên Heşdî Şabî xistin.

Cara pêşî ye Siûdî bersîvê dide êrîşên Îranê û çeteyên wê.

Li gorî beyanên berdevkên Heşdî Şabî 20 kes hatine kuştin û 32 kes jî birîndar in.

Surprîza herî mezin dîsa Îran ji bin derket, 5 şêwirmendên leşkerî yên Îranê jî hatine kuştin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar