29 juli 2026

Kal Marksê bi teoriya xwe dinya hejand nikanîbûye tabûtekê ji keça xwe ya mirî ra bikire


Çend roj berê min di derekê da xwend, Karl Marks hewqasî feqîr bûye, dema keça wî Fransîzka di 1 saliya xwe da miriye, perê wî tunebûye jê ra tabûtekê bide çêkirin.

Ez pir di bin tesîra vê agahiyê da mam, min dest pê kir li ser jiyana Marks a li sirgûniyê hin tişt xwendin.
Karl Marxê(1818-1883)Kapîtal nivîsî, bi fikir û teoriyên xwe yên li ser aboriyê dinya li bin guhê hev xist, bi milyonan însan kirin heval û heyranên xwe, nikanîbûye ekonîmiya xwe tekûz bike, nikanîbûye tabûtekê ji keça xwe ya mirî ya 1 salî ra bikire.

Merivekî gelkî xizan û perîşan bûye, jiyaneke di nava perîşaniyê da derbas kiriye.
Di xortaniya xwe da min li ser feqîriya Karl Marks, alîkariya ji hevalê xwe Friedrich Engels(1820-1895)digirt hin tişt xwendibûn. Lê min nizanîbû yekî hewqasî feqîr bûye.
Belkî min ev mesele jî xwendibe, lê min ji bîr kiriye, nayê bîra min.
Karl Marksê bi teoriyên xwe dixwest dinyayê biguherîne, sîstemeke nuh, li gorî wî hîn baştir bîne dinyayê, ne bi tenê bûye, xanima wî Jenny von Westphalen(dûra dibe Jennyê Marx)jî tim wek şûrekî li pişta wî bûye.
Jenny jî xwediya eynî îdealên Marks bûye; ji bona wî her fedekarî kiriye, tehamulî her şertên xerab kiriye.
Jenny, jineka ji malbateka zengîn bûye. Ji bo xatirê evîna xwe dev ji malbata xwe, ji rehetiya xwe, ji zengîniya xwe, ji jiyana xwe ya bi konfor berdaye, jiyaneka li surgûnîyê, di feqîrîyê da tercîh kiriye.
Marks ji mecbûrî koçî Londonê kiriye, li wir di kusêxekî(xaniyekî) yek odeyî, bi rutûbet da jiya ye.
Hewqasî feqîr bûne, Marks û Jennyê kincên xwe rehîn dane, tim deyndarê beqalê mehelê bûne.
Celad Bedirxan û birayên xwe Kamûran û Safter jî dema li Almanyayê dixwendin (1922-1925)kincên xwe firotine.
Jenny ê di van şertên pir xerab da zewaca bi Karl Marks ra qebûl kiriye, terka wî nekiriye û tim desteg daye Marks.
Karl Marks nivîsên xwe hemû bi qelemê nivîsîye, yanî Kapîtal û eserên wî yên din hemû destnivîs bûne.
Ji ber ku destnivîsa Marks pir xerab bûye, xwendina wê pir zor bûye, Jennyê nivîs ji nuh va, xweşik nivîsîye û li ser naveroka nivîsan jî pê ra minaqaşe kiriye. Rexnegira eserên Marks a pêşî Jenny bûye.
Yanî di eserên Karl Marks da para Jennyê jî heye. Jenny, ne tenê xanima Marks, hevala jiyana wî bûye, di eynî wextê da ew piştgira fikrên Marks jî bûye.
Li sirgûnê, di van şertên pir xerab da 7 zarokên wan çêbûne, ji 7 zarokan 4ê wan mirine.
Wek kurdan bûne, yên kurdan jî berê nîvî dimirin, nîvî xelas dibûn. Yên diya min jî 3 law û keçek miriye. Em 5 law, 2 keç jî bi firrê ketin.
Ji ber ku Marksê bavê komunîzmê, bi teoriyên xwe dinya hejand pir feqîr bûye, dema zarokên wan nexweş ketine nikanîbûne ji wan ra dermên bikirin.
Zarok ji birçîna, ji bêxidatiyê û ji ber tunebûna dermîn ji mirinê xelas nebûne. Dema zarokên wan mirine, nikanîbûne mesrefên cenazeyên zarokên xwe bidin, ji cîranên xwe deyn û dû kirine, mesrefên cenazeyên zarokên xwe dane.
Dema keça wan Fransîzka di 1 saliya xwe da miriye, Karl Marks bi xemgînî û bi heznîtiyeke pir kûr wiha nivîsî ye:
”Cenazê geda biçûk ê bêruh li odeyê bû, perê me tunebû em jê ra tabûtekê bikirin.”
Gava meriv van rêzên Karl Marks dixwîne ne mimkûn e janek nede dilê meriv, kovanek li laşê meriv belav nebe.
Min nizanîbû nivîskarê Kapîtalê, merivê bi fikir û teoriyên xwe dinya hejand hewqasî feqîr bûye, nikanîbûye tabûta zaroka xwe bikire.
Karl Marks bi felsefeya xwe li dijî serwetê, li dijî mal û milkê dinyayê bû, lê wek tê dîtin ji ber ku ne xwedî pere û milk bû, nikanîbû ji keça xwe ya 1 salî ra tabûtekê bikire. Nalet li feqîriyê were!
Bimre feqîrî, bimre xizanî, bijî zengînî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar