29 juli 2026

Ehmed el Şara nehîştiye parlamenterên kurd beşdarî civîna parlamentoyê bibin

Parlamentoya Sûriyeyê di civîna xwe ya duyemîn a li ser muswedeya destûra hundur da bêyî parlamenterên kurd civiya ye.
Dîyar e nehîştine ew beşdarî civînê bibin. Heger ne were be parlamento çawa kane bêyî wan bicive?
Bi baweriya min ne surprîzeke mezin e. Gava hêza te ya leşkerî tunebe, dijmin ji te netirse, tu parlamenter be jî te nagire civînê.

Gava Colanî-Ehmed el Şera te negire civînê tu kanî çi bikî, çi zirarê bidê?
Mesele ev e, dibê çoyê te hebe, tu ne destvala bî. Çimkî dijminê te bi sîleh e.

Colanî ewê li gorî wê hesebê te bike. Ehmed el Şara êdî zane kurd nikanin tu zirarê bidinê, çimkî teslîm bûne. Dibê serokên PYDê, YPGê, ENKSê hesabê viya bikirana.
Em baş zanin, dagirkerên welatê me bi rehetî ewê tu carî mafê me nedin. Ji bo ku em kanibin mefên xwe ji wan bistînin dibê em ne destvala bin, dibê di destê me da ço, sîleh, hêz hebe. Ev li Îraqê jî, li Tirkiyê jî wiha ye.
Ji ber ku li Kuristana Başûr kurd bi hev ketine, zeîf bûne, ereb êdî tu qedir û qîmetê nadin wan, wi bi tiştekî nahesibînin. Çimkî zanin nikanin tu zirarê bidin ereban. Berê kanîbûn. Berê kanîbûn veqetin. Lê nuha destên xwe xwe li ber ereban vedigrin, dibêjin ereb benzînê nadin me, para me ya maddî nadin. Ewê nedin, çimkî ereb êdî ji kurdan natirsin, zanin kurd nikanin li hemberî wan rabin, serxwebûna xwe îlan bikin.
Li Kurdistana Başûr û Rojava heger serokên kurd bi tifaq bûna, merivên nasyonalîst bûna, berjewendiyên miletê xwe di ser yên şexsî, malbatî û partiyên xwe ra bidîtana, herdu perşeyên Kurdistanê jî gihîştibûn serxwebûna xwe; kurdan kanîbûn serxwebûna xwe îlan bikirana.
Serokên partiyên mezin serxwebûn nexwestin, Kurdistana azadbûyî paş da dan ereban. Sûcdar serokên kurd in, wan ji nuh ve xwe û miletê xwe kirin bindest. Êdî her tişt maye merhemeta Colanî û tirkan, ew çi bixwazin ewê wiya bikin.
Mixabin rewşa nuha ev e...

XXX

Serokê Amerîka Donald Trump dîsa forteke mezin daye xwe, gef li Îranê xxwariye, gotiye,

”Heger em bi Îranê ra li hev nekin emê pir û santralên elektrîkê têk bibin.”

Ev mêrik rojê fortekê dide xwe, lê gişk jî fortên vala dertên.

Heger ne derew e bibe serî, dinyayê ji vê bela mezin xelas bike.

Van zaliman roja çend kesan îdan nekin tune ye.

Do li Mêrîwanê hunermendekî kurd, dayika wî û xwişka wî gulebaran kirine, kuştine. Ji xwînê têr nabin.

XXX

Zanayekî îslamî dibêje:

"Heger tu tecawizkar, pedofîl, qatil, terorîst, bazirganê narkotîkê be jî, lê tu misilman bî û nimêja xwe bikî, tu li Xwedê ji kafirekî qet sûc nekiriye, baştir î, ji aliyê exlaqî ve tu di ser wî ra yî."

Yanî misilmanek xerabtir û pîstirê dinyayê be jî, çi sûcî, çi xerabiyê bike jî, heger nimêjê bike ji 6 milyar kesên ne misilman baştir e !

Gerek însan, dinya ji vê îdeolojîya talûke, dirinde, ne însanî xelas bibe. Meleyek çawa kane hewqasî xeddar be û alimên misilmanan dengê xwe nekin?

Gerek alimên misilman vî faşîstê har mahkûm bikin.

Li dinyayê tu dînekî din wek îslamê her kesê ne ji xwe pîs nabîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar