Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa xwe baş berdaye, agir bi erdê xistiye, gotiye:
”Di tarîxa me da jenosîd, qetlîam, zulm, kolonyalîzim tune ye. Di tarîxa me ya
bi hezaran salan a bi şan û şeref da edalet û merhemet heye. Di tarîxa me
da alîkariya bi mezlûman ra heye; bêyî em li gorî dîn, esil, nasnameyê ferqê têxin nabêna însanan, me destê alîkariyê dirêjî her kesî kiriye.”
Wey agir bi mala virekan keve. Beroşê pir pesnê xwe da, got binê min zêr e, heskê got, le ez ji ku têm?
Mêrik jenosîda êrmeniyan wek alîkariyê dibîne.
Talankirina mal û milkên yûnanan û celîkirina wan a Yûnanîstanê jî wek zulmekê nahesibîne.
Dagirkirina Kurdistanê, bindestiya kurdan, qedexeya perwerdeya zimanê kurdî jî wek çêyiyeke bi kurdan dibîne.
Di 100 salên dawî da bi sedan serokên kurdan îdam kirine, gorrên wan nîşanî me nadin, wê jî wek alîkariyeka bi me ra dibîne.
Ji avabûna Tirkiyê û vir da ye bi sedhezaran kurd kuştine, wê jî wek xerabiyekê nabîne.
11 sal berê di Şerê Xendekan da10 bajar wêran kirin, herî kêm hezar însan kuştin, di zêrzemiyan da şewitandin, wê jî wek alîkariyeke bi me ra hesab dike.
Însan gava zalim be, bêrû be kane her derewê bike, çimkî şerm nake. Însanê şerm neke kane her derewê, her bêbextiyê bike...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar