30 juni 2026

Çima tîma Kurdistanê jî di Kûpa Cîhanê ya Futbolê da tune ye?

Di nava me kurdan da kesên ji futbolê hez dikin, li maçên Kûpa Cîhanê ya Futbolê temaşe dikin pir in.

Carnan jî em li ser qelîteya lîstikan fikrên xwe dibêjin, em dibêjin tîma filan welatî futboleke pir baş lîst, ya filan welatî jî baş nelîst.
Yanî em li ser tîmên welatan, li ser futbola dilîzin fikrên xwe dibêjin, lîstikên wan analîz dikin. Bi serketina hin welatan kêfxweş dibin, bi ya hinekan jî kêfxweş nabin.

Di vir da tiştekî şaş, anormal tune ye, meriv li futbolê temaşe dike, jê kêf û zewqekê digire û fikrê xwe dibêje.
Lê gava em li maçan, li tîmên welatan temaşe dikin, em qet vê pirsê ji xwe dikin:
-Çima tîma Kurdistanê jî di Kûpa Cîhanê da tune ye?
Çima em kurd jî ne xwedî tîmeke futbolê ya netewî ne?
Ji ber ku tîma Kurdistanê ya netewî jî di vê Kûpa Cîhanê da tune ye em pê diqeherin, em vê kêmasiyê ji xwe ra dikin derd?
Tîmeke me ya futbolê ya netewî tuneye, çimkî dewleta me tune ye. Miletên xwedî dewlet beşdar dibin. Heta em kurd bêdewlet bin emê tim li tîmên xelkê temaşe bikin.
Asîmîlasyonê şiûra netewî bi me ra kuştiye. Lema em bindestiyê, bêdewletiyê ji xwe ra nakin ded.
Dibê her kurd dema li maçên Kûpa cîhanê temaşe dike bifikire, bibêje çima tîma Kurdistanê tune ye, çima em kurd ji vê şahiyê, ji vê beşdariyê mehrûm in?
Asîmîlasyonê piraniya kurdên Kurdistana Bakur kirine qalikekî qof, hest, ruh û şiûrê netewî bi me r anehîştiye, em bîr nabinin vê pirsê ji xwe bikin:
-Welatên nufûsa wan 300-400 hezar e, miljonek, du miljon e bi tîmên xwe yên netewî beşdarî Kûpa Cîhanê bûne, nufûsa me kurdan 40-50 milyon e em tune ne, em ji temaşekirina tîma xwe mehrûm in, çima?
Tunebûna tîma Kurdistanê ya futbolê dibê ji bo her kurdî bi derd e, em vê kêmasiyê di ruhê xwe da his bikin û pê biqeherin. Lê çi heyf ev şiûrê netewî bi me kurdan ra tune ye, qet nayê bîra kesî bibêje çima tîma Kurdistanê jî beşdar nebûye û bi vê tunebûnê biqehere…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar