Paraguayê û Fasê, herduyan welatan jî do bi şev di tarîxa Kûpa Cîhanê ya Futbolê da surprîzên mezeke çêkirin. Paraguay li hembnerî Almanyayê bi penaltiyan 4-3 bi ser ket.
Fasê jî dîsa bi penaltiyan 3-2 zora Hollandayê bir.
Netîceya herdu maçan jî ji bo her kesî bû surprîzeke mezin.
Di futbolê da navên mezin, welatên berê çend caran bûne şampîyonê cîhanê û çûne fînalê êdî ne garantîya serketinê ye.
Serketina Paraguayê li hemberî Almanyayê, serketina Fasê li hemberî Hollandayê ev yek îspat kir.Serketina van herdu welatan jî di tarîxa Kûpa Cîhanê ya Futbolê da surprîzên mezin in.
Futbol êdî ne li Ewrûpayê tenê, li Afrîkayê jî, li welatên Amerîka Latînî jî, li Asyayê jî pir bi pêş ketiye.
Welatekî Afrîka yê herî biçûk jî kane berra welatekî Ewrûpa yê mezin û çend caran bûbe şaşmpîyonê cîhanê bide.
Di futbolê da êdî serdema serdestiya welatên Ewrûpa derbas bûye, serketina di futbolê da êdî ne îmtîyazeke welatên Ewrûpa tenê ye.
Taximê welatekî Afrîka jî, yê Asyayê jî, yê Amerîka Latînî jî kane berra tîma welatekî Ewrûpa yê mezin û meşhûr bide.
Hollanda di dîroka futbolê da wekî yek ji tîmên herî bêşans
tê naskirin, çimkî 3 caran gihîştiye fînalê, lê her sê caran jî winda kiriye.
Almanya 4 caran bûye şampîyonê cîhanê
Serketina Paraguayê û ya Fasê ji bo tarîxa Kupa Cîhanê bûn
surprîzên herî mezin. Bi texmîna min di rojên pêş da ewê hîn gelek surprîzên
din jî bibin. Heger Fransa, Îspanya, Portekîz têk herin dibê meriv matmayî
nemîne.
Nuha ez werim ser kurdan. Gava dewleta meriv tunebe, meriv nikane beşdarî Kûpa
Cîhanê ya FÎFA yê jî bibe.
Ji ber ku em kurd miletekî bêdewlet in tîmeke me ya netewî jî beşdarî vê Kûpa
Cîhanê nabe, em kurd ji vê dilşahiyê mehrûm in. Û het adewleta me çênebe emê
tim qala taximên miletên din bikin, tu carî nikanibin qala tîma xwe bikin.
Ji bo miletekî nufûsa wî gihîştiye 40 miyonî bêdewletî şermeke pir mezin e,
gerek her kurd vê şermê di dilê xwe da his bike.
Gere kem kurd jî wek Paraguayê û Fasê bibin xwedî tîma Kurdistanê.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar