8 berpirsiyar, parlamenter û karmendên Îraqê yên bertîlxur li Kurdistanê hatine desteserkirin. Di nav wan da parlamenter, alîkarên wezîran, birêvebir û karmend û giregirên dewletê jî hene.
Kurdistana, bi taybetî jî Hewlêr bûye hêlîna çete û siyasetmedarên ereb.
Ewlekariya ereban li Bexdayê û li Îraqê tune ye, ji ber wê jî erebên çete, yên
birçî, yên zengîn, siyasetmedarên bertîlxur qefle bi qefle, ref bi ref berên
xwe dane Kurdisdistanê.
Yanî hêdî hêdî Kurdistanê ji kurdan distînin.
Di vê koça ereban da hedefeke wan a siyasî jî heye, ereb bi vî hawî dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin. Ev pir eşkere ye.
Siyasetmedarên me jî bi bêhişî, bi bêşiûrî pel pel li vê koça ereban ya berbî Kurdistanê va sêr û temaşe dikin.
Kurd gava koçî Îraqê dikin asîmîle dibin, zarokên wan bi erebî perwerde dibin.
Erebên li Kuridistanê bi cî bûne asîmîle nabin, ew kurdan asîmîle dikin, alvêra xwe, tîcareta xwe bi bi erebî dikin, kurdan li ba xwe nadin xebitandin. Zarokên xwe bi erebî didin xwedndin. K
Karkirên aşxane, otêlên kurdan piranî ereb in. Çimkî bi kurdan ra şiûrê netewî tune ye. Lema kurd heta nuha nebûne xwedî dewlet, mane bindestên ereb û tirkan.
Siyasetmedarên me jî li vê dagirkeriya ereban ya bi riya koçê temaşe dikin; rê li ber guhertina demografiya Kurdistanê nagirin.
Rê li ber destguhertina erd, milkan nagirin. Perê ereban pir e, ji bo ku li Kurdistanê bibin xwedî mal û milk pera bi ser kurdên bêhiş, bêmeju da dirjînin. Yahûdiyan jî bi vê koçê çûn li Îsraîl bi cî bûn û dewleta xwe ava kirin. Yên me dikin Kurdistanê ji dest bidin.
Siyasetmedar jî li viya temaşe dikin.
Diyar çûna Kurdistanê ji dest kurdan ne xema wan e, ji bo wan ya muhîm kursîya derewîn a bêbingeh e û pereyên dikevin bêrîka wan e.
XXX
Însîyatîva netewî ya Kurdistanê bi bangekê xwestiye dewleta
tirk ciyên gorrên Şêx Seîd, Xalid Beg, Yûsif Zîya Beg û şehîdên bi wan ra
hatine îdamkirin eşkere bikin. Gerek partiyên kurdan giş bi hev ra vê daxwazê
bi hev ra bikin.
Ev daxwaz dibê ji bo gorra Seyid Riza û Seîdê Kurdî jî were
kirin.
Gerek kurd êdî pir cidî herin ser vê meselê. 101 sal di ser
Serîhildana Şêx Seîd ra derbas bûye hîn jî gorrên mezinên me yên bi namerdî îdamkirine
nîşanî me nadin.
Ev trajedî gerek êdî biqede!
.webp)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar