29 juni 2026

Amerîkayê li Îraqê li dijî bertîlxuriyê operasyonek daye destpêkirin

Ji do da ye li Îraqê li dijî kesên bertîlxur, rişwetgir, gendel operasyonek tê meşandin. Operasyona li dijî bertîlxuran li ser daxwaza Amerîkayê dest pê kiriye.
Dibêji 47 kes hatine girtin. Di nav girtiyan da kesên giregir, wezîrên berê û 12 parlamenter jî hene.

Serê salan e gelek kesan perê petrolê di nava xwe da li hev par kirine û pê bûne milyarder.

Amerîkayê navê gelek kesên bertîlxur û gendel dane serokwezîrê Îraqê Alî Zeydî. Yanî operasyon li ser pêşniyara Amerîka hatiye destpêkirin. Pir baş e, hêvîdik nesekine.
dibêjin di lîsteya Amerîkayê da navên kurdan jî hene. Medyaya Îraqê û ya kurdî navên hin erebên hatine girtin eşkere kirine, lênavên kurdan hîn eşkere nekere nekirine. Lê ew jî eşkere bibin.
Hin ereb û kurd bi salan e milyarên ji petrola Îraqê û Kurdistanê tên di nava hev da li hev par dikin, para mezin ew dixun, qismekî hindik jî didin didin dewletê.

Li gorî Rûdawê nivîsîye, dibêjin di lîsteya kesên bertîlxur da gelek navên pir mezin hene, belkî hukûmeta Îraqê nikanibe wan gişan bigire.

 Lê ew neyên girtin jî ewê navên wan eşkere bibin. Hêvî dikim operasyon heta dawiyê here, diz, rişwetxur û bertîlxur giş eşkere bibin. Kurdên di nav milyaran da vedigevizin, wek Qarûn zengîn bûne jî werin naskirin.

-Bexda diheje
-Li dijî gendeliyê qonaxa yekem e
-8 kes li Kurdistanê hatin girtin

-Operasyona gendeliyê
-Ji ber gendeliyê gelek kes hatin girtin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar