29 juni 2026

Xortê hêrsok û telîsek patat

Di wext û zemenakî berê da xwendekarekî pir hêrsok hebû. Zû hêrs dibê.

Rojekê mamosteyê wî torbeyek û telîsek patat(kartol)dayê û jê ra got:
-Ji nuha û pê da ji bo her kesê te diqeherîne ya jî te xemgîn dike patatekê ji vî telîsî bigre, navê wî li ser binivîsîna û bavêje Tûrê(torbeyê) bi milê xwe da.

Xwendekar tiştê mamoste jê ra got bêkamîsî bi cî anî. Her cara ji yekî hêrs bû, navê wî li ser patatê nivîsî û patat berra tûrikê xwe da.
Tûrik(torbe) roj bi roj girantir bû, bîn ket patatan, patat genî û kufukî bûn. Êdî nikanîbû torbe bi xwe ra bigerîne. Him giran bû, him jî bîneke pîs jê dihat.
Rabû çû ba mamosteyê xwe, jê ra got:
-Mamoste, ev bar him pir giran bû, him jî bîneke pir pîs jê tê, êdî ez nikanim vî Tûrê/torbê giran û genî rakim.
Mamoste keniya, got:
-Her tişt wiha ye, her însanê tu efû nakî, tu jê hêrs dibî, tu jê nefret dikî, tu di ruhê xwe da wek vî torbê giran û genî bi xwe ra digerînî. Ji dêlî tu wan ji xwe ra bikî bar, tim bi xwe ra bigerînî, wan serbest berde, ji dilê xwe derxîne, bira ji te ra nebin bar…

Dersa em ji vê çîrokê bigrin, hêrs, kîn, zirarê nade kesê tu jê diqehere, zirarê dide kesê wiya hildigire, ruhê wî genî dike. Ne xerabiyê, kesên meriv jê hez nake, jê nefret dike dibê tim ji xwe ra neke derd. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar