Machîavellî pir xweş û pir rast gotiye:
"Li daristanê baş û xerab tune ye, xurt û zeîf heye. Başî, pakî, bêzirarî û biexlaqbûna
mîhîyê fikrê gur naguherîne."
Yê xurt yê zeîf dixwe. Masîyê mezin mesîyê biçûk dixwe.
Gur gur e, bi bo ku kane bi mîhîyê ewê wê bixwe.Guh nade dilpakî û bizirariya mîhîyê.
Dinya jî wiha ye, yên xurt guh nadin mezlûmî
û biheqiya mezlûman.
Ji bo ku em kurd heta û heta tim ne bindest bin, tepa xelkê tim ne li ser serê me
be, tim nebin nêçîra guran, dibê em ji bindestiyê xelas bin, bibin xwedî dewleteke netewî.
Kîjan kurdê azadî û serxwebûna kurdan nexwaze, viya wek heqekî me nebîne ew ya merivekî dîn e, ya kêmaqil e, ya jî hevalê dijmin e.
XXX
Hamdî Ulukaya kurdekî li Amerîkayê bûye milyarder. Tîşortekî
bi ala tirk li xwe kiriye, şewqeyekî bi ala tirk daye serê xwe û pesnê serokê
Tirkiyê Erdogan dide.
Li Amerîkayê dimîne, milyarder e, lê dîsa jî ji Erdogan û ji
tirkan ra şalûziyê dike. Milyar dolarên wî jî ew nekiriye merivekî xwedî şexsîyeteke
xurt, saxlem. Wek amîgoyekî şalûziyê ji tirkan ra dike. Heyf, şexsîyet zeîf be
zengînî, serwet nikane însên baş bike. Kurmê şîrî heta pîrî. Malzeme xerab be
kursî û pere baş nake.
XXX
-Ava dikele patatê(kartolê) nerm dike, hêkê jî hişk dike. Tiştê
te ji kesên din cihê dike ne derûdor e, qerekterê te ye.
Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe. Hin kes xerab in, xerab
dimînin. Bi şîretan, bi rexneyê mêrê xerab baş nabe, dev ji hevaltiya neyar
bernade.
XXX
-Yê bi kesên xerab ra rabe û rûne bi wextê ra rengê wan
digire, dişibe wan. Av qilêrî biherike yê têkevê jî qilêrî dibe.
Mewlane
Hevalê pîs riya xerab bi meriv meriv dixîne, meriv jî bi xwe
pîs dike. Nebin hevalên pîsan, nerindan û hevalên neyaran.
XXX
Ez tim dibêjim, podcastên Omer Farûk Baran giş pir xweş in, yeka ne xweş tune ye, ez ji guhdarîkirina wan têr nabim.
Lê ev podcastawî ya nostaljîk, ya gerra li Sirûcê, maleka Sirûcê zêde xweş e, him nostaljîk e, him mişt kovan e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar