Serokê Tirkiyê yê heta sax be Recep Tayyip Erdogan gotiye:
"Em ji bo welatê xwe dawî terorê tînin. Em dixwazin pêvajoya Tirkiyeya bêteror bi ser keve,em viya ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe
dixwazin…”
Her cara ez dibînim Erdogan, tirk dibêjin ”Tirkiyeya bêteror, xelaskirina Tirkiyê ji
terorê” bi min pir zor tê, ji hêrsa ez dihelim, li ser goştê xwe hûr dibim.
Yekî vî navî li meriv ke meriv pê ra rûnane.
Ev nav heqareteke mezin e li kurdan, berî her tiştî gerek PKKê qebûl nekira tirk navê vê diyaloga wan bikin ”Tirkiya bêteror”.
Bêdengmana PKK li hemberî vî navê tê maneya PKKê qebûl kiriye ew terorîstin û bi qedindina wan tirkiye ewê ji terorîzmê xelas bibe.
Her çiqas tirk vî sifetî ji bo PKKê bi kar bînin, dîsa jî bi min zor tê.
Piştî şerekî 50 salî, bi dehhezaran şehîd, bi hezaran gundên wêran û 4-5 milyon koçber, navê meriv bibe terorîst û paqijkirina Tirkiyê ji terorê.
Meriv teslîm nebûbe vî navî li ser xwe qebûl nake.
Dibê tirk bi edeb bûna û bi
edeb bipeyivîyana. diyar ji bo PKK qet ne muhîm e tirk çi navî li wan dikin.
XXX
Ji ber mirina artîstê tirk-Kadir Înanir, gelekan şîn li dar
xistine, gelekan reş girêdane, jê ra methiyeyan li dû hev rêz dikin.
Tu dibêjî belkî ne artîstekî tirk, serokekî, qehremanekî
kurd miriye.
Dibêjin dostekî kurdan bûye. Mala wî ava be. Lê ne hewceye
meriv hewqasî pesnê wî bide.
Ez matmayî dimînim, çima em hewqasî pir rehet dibin heyaranê xelkê?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar