Ji deve pirsîne, gotine:
-Tiştê bi te pir zor tê çi ye?
Deve kesereke kûr kişandiye, gotiye:
-Barê li pişta min qet ne xema min e, lê belê ev kerê hevsarê min pê va
girêdane û serkêşiya kêrwîn dike eynî min dikuje.
XXX
Ji Qertel pirsîne, gotine:
-Tu hewqasî bilind difirî, tirsa ketinê bi te ra çêdibe ya na:
Qertel gotiye:
-Ez ne însan im gava hinekî bilind bûm ji quretiyê xwe wenda bikim, dema ez li
lûtkeyê(zîrveyê)me çavên min tim li jêr e.
XXX
-Yê ji hespê bixeyide here bibe hevalê kerê, kerê ji xwe ra bike hevalê rê, ciyê herê axur e.
XXX
-Însanê têk diçe diguhere. Însanê diguhere xurt dibe. Însanê
xurt dibe fêrî guhnedanê dibe, her tiştî ji xwe ra nake derd.
Dinya pir biçûk bûye, di medyaya sosyal da meriv gav û seetê
gelek tiştan dibîne, dibihîze. Serê xwe bi her tiştî ra neêşînin, wexta xwe
nedin her tiştî. Hin agahî bi zirar in, meriv bêhuzûr dikin.
XXX
-Heta ku hundurê keştiyê avê negire, derya mezin a bêdawî
nikane wê keştiyê binav bike.
Hûn heta nehêlin têkeve serê we, tiştên negatîv nikane we
têk bibe.
Nehêlin fikrên xerab, fikrên bi zirar têkevin hişê we, di
wir da we meşxûl bikin, belkî jî we têk bibin.
XXX
-Meriv bibe gurekî her kes jê nefret dike, ji kerekî her kes
lê siwar dibe çêtir e.
XXX
Yekî ji yekî din pirsîiye, gotiye:
-Ma te ji dinyayê çi fêm kir?
Mêrik bersîveke manîdar daye, gotiye:
-Tiştê min ji dinyayê fêm kir, mirî bi hezkirin tên bibîranîn, sax jî ji ber
mehrûmiya hezkirinê dimrin.
XXX
-Kîndarî ne baş e, lê belê meriv ji nuh va destê xwe dirêjî
yekî berê destê meriv gez kiriye bike jî ne karê aqil e, ehmeqî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar