Ji berbang da ye rabûme, bi dilekî mişt derd û kovan, fena
rêwiyekî riya xwe wenda kiribe di medyaya sosyal da bala xwe didim xeberên li
ser Kurdistana rojava, nivîs û twîttên li ser êrîşa Tirkiyê dixwînim.
Li Kobanê, li Serêkaniyê, li Qamîşloyê, li gel û şervanên di
bin êgir û topbarana artêşa tirk da ne difikirim.
Halê wan tînim ber çavê xwe, kezeba min dişewite.
Di hundurê min da li hemberî tirkan îsyanek wek pêlên volkanîk bilind dibe.
Dixwazim bibim bombeyeke bi teqîna xwe ra Tirkiyê û hemû tirkan ji ortê rakim.
Êdî ji bin da nikanim li medyaya tirk binêrim, nayê nêrin.
Neyartiya li hemberî kurdan, daxwaza qirkirina kurdan ya di dilê tirkan da dûrî aqil e, tarîfa wê ne mimkûn e.
Tarîxa înaniyetê hetanî nuha nebûye şahidê irqçîtî, faşîzim û neyartiyeke hewqasî mezin. Hemû civat dixwaze kurdan bi diranên xwe perçe bike.
Dîtina kavilên gund û bajarên kurdan, dîtina xwîna zarokên kurd, dîtina cendekên jin û xortên kurd kêf û zewqeke mezin dide siyasetmedar, prof, alim, dîndar, zarok, jin, kal û pîrên tirk. Medyaya tirk, rojnamevanên tirk bi belavkirina xeberên kuştiyên kurd ji kêfa dîn dibin.
Li hemberî dewleteke hewqasî irqçî, faşîst û civateke hewqasî har û ji hemû nirxên însaniyetê bêpar, wek miletekî bindest, bêpişt, bêdewlet, domandina hebûna xwe zor e.
Gava meriv li rewşê dinêre, guh dide serokên dewletên mezin yên wek Rûsyayê û Amerîkayê meriv bêhêvî dibe.
Lê dîsa jî ji xwe ra dibêjim bêhêvîtî xerabtir e, surprîzên
dinyayê pir in, belkî tiştekî dijminê me yê hov û har hesab nekiribû biqewime.
Lê dewletên mezin zalim in, bêûjdan, bêbext û bêmehamet in, li ser xwîna me bazarê dikin. Tirkiyê, welatê me, xwîna me ji Amerîkayê û ji Rûsyayê kirîye, birr û bazar li ser xwîna me kurdan berdewam e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar