Me gelek êşên ji yên nuha mezintir kişandine.
Me gelek bobelat û felaktên ji yên îro mezintir dîtine.
Lê me ew zû ji bîr kirin.
Ji ber ku em bêdewlet in piraniya wan êş, azar û felaketan, qetlîaman ji me ra nebûn tarîx û hafizayeke mişterek.
Ji me wetnê rewşa îro em tê da ne ya herî zor û zahmet e, ya herî xerab e.
Na ne wiha ye, di tarîxa me da gelek rojên ji yên îro xerabtir hene.
Lê me ew ji bîr kirine.
Her serîhildaneke kurdan bi xwe ra gelek qetlîam anîne û wek îro dibe, wê demê jî bi hezaran kurd hatine qetilkirin û koçber bûne. Ev 150 sal in halê me ev halê perîşan e. Bi sedan gorrên pêşiyên me li çol û çepelan, li welatên xelkê, li xerîbîstanê ne.
Ev 150 sal in tirk rehetiyên nasdin me û nahêlin di jiyana me da berdewamî çê bibe.
Ev rojên reş jî ewê derbas bibin û emê wan jî ji bîr bikin…
Lê azadiya me ne dûr e, nêz e, em gav bi gav nêzî azadiyê dibin.
Îro tahlûkeya herî mezin ne êrîşên dijminên me ne, bêtifaqîya me û kurd bi xwe ne.
Heger serokêln kurdan, partiyên pêşengiya şerê azadiya kurdan dikin neyên lîstika dijmin, wek pêşiyên xwe, ew jî nekevin feqa neyarên xwe li rojava kurd ewê ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Lê ez gelkî ditirsim wek dema Şerê Cîhanê yê Yekê, dîsa tirk bi me bilîzin, serokên kurdan bixapînin û bi vê riyê nehêlin li rojava kurd rizgar bibin.
Heger kurd neyên lîstikê, tirk bi zor nikanin tu jahrê belav bikin, lê ditirsim bi lîstikekê, li ser masê serokên kurdan bixapînin û nehêlin kurd li rojava azad bibin.
Hêvî dikim PYDê û serokên kurdan ji tarîxa xwe ya nêz ders û tecrûbe girtibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar