Sebebê esasaî yê ku ereban, farisan û tirkan nikanîbûn di nava hezarên salan da kurdan bi tevayî bihelînin, bikin ereb, faris û tirk edebiyata kurdî ya devkî û muzîka kurdî ye, folklora kurdî ye.
Heger ne edebiyata kurdî ya devkî û muzîka kurdî bûya kurd nuha wek miletekî tunebû.
Edebiyat, di çêbûn, xurtbûn û zeîfbûna nasnameya netewî da faktorekî pir muhîm e. Bi xêra klasîkên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û edebiyata devkî, stran û kilaman, kurdan xwe ji tirk, ereb û farisan cihê dîtine, van berheman nasnemeya kurd xurt kiriye û parastiye.
Bêyî edebiyatê, zargotinê û folklorê kurd ewê di nava kultura ereb, faris û tirk da zûtir biheliyana.
Bi asîmîlebûna kurdan ra edebiyata nivîskî û devkî û muzîka kurdî jî namîne û kurd dibin ereb,
faris û tirk.
Heger hûn dixwazin wek kurd bimînin, naxwazin bibin ereb, faris û tirk, dibê hûn kesên kurdînezan nekin serok û berpirsiyarên xwe.
Dibê hûn bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin. Kurdê viya neke dixwaze wek kurd nemîne û bibe tirk, ereb û faris.
Heger kurd, bi taybetî jî siyasetmedarên wan, asîmîle
nebûna, bi zimanê xwe siyaset bikirana hewqasî xêv nedibûn, hewqasî nediketin
bin hegomanyaya tirkan û nuha gelkî nasyonalîstir bûn, nuha bêtir kurd û
Kurdistanî bûn.
Piştî ku ziman çû, hiş, aqil û hestên netewî jî bi xwe ra bir.
Piştî ku ziman çû, hiş, aqil û hestên netewî jî bi xwe ra bir.
Dylan: Raste ! Lê ger ev siyasetmedar bi zimanê dijmin siyaset nekin, ka dijminê me çiwa me fehmbike ? Ez dibêjim pêwiste em wek gel giraniya xwe bizin zimanê xwe û li hêviya siyasetmadara nehêlin. Gel bi zimanê xwe heye, bê ziman gel nabe gel.
Zinarê Xamo: Gava
siyasetmedar bi tirkî peyivî qebûl nekin, civînên tirkî qebûl nekin, lê guhdarî
nekin. Siyasetmedarê kurdî nizane nekin serok û berpirsiayrê xwe. Bi tirkan ra
bira bi tirkî bipeyive, lê bi kurdan ra dibê ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Wek kurdên rojhilar û başûr.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar