Şêr û nêçîrvanek bûn hevalên hev. Rojekê bi hev ra derketin
ger û seyranê. Li ser kî bêtir egîd û mêr e li hev nedikirin, şêr digot em şêr,
nêçîrvan digot em însan.
Şêr digot em, nêçîrvan digot em.…
Pir çûn, hindik çûn, bi rê da rastî heykelekî mirovek(însanek) şêrekî difetisîne hatin. Nêçîrvan bi quretî ji şêr ra got:
-Tu dibînî însan çiqasî xurt e? Ev heykel jî nîşan dide însan ji şêr xurttir e, kane şêrekî bifetisîne.
Şêr got:
-Ev fikrê (şiroveya) te ye. Heger ev heykel şêrekî çêkiribûya, herî kêm 10 însan ewê di nava penceyên/lepên şêr da hebûna.
Dersa em ji vê çîrokê bigrin ev e: Her tişt girêdayî em
bûyeran çawa dibînin û çawa şirove dikin.
mamoste em li ser zoome dersa kurdi dikin. ger rojeke wexte te hebe, tu bibe miwane me li ser zoom. em hevra ji bo taybeta ziman biaxivin. ew e li me re ji bibe motivasyonek mezin.
SvaraRaderaEz we nas nakim. Ji min ra binivîsin, hinekî qala malpera xwe bikin. Lînka xwe ji min ra bişînein
SvaraRaderaDen här kommentaren har tagits bort av skribenten.
SvaraRaderaWê demê bira bimîne. Ji we ra serketinê dixwazim.
Radera