02 januari 2019

Dibê medyaya kurdî bi devê dijmin nepeyive


Dibê em di medya kurdî da termînolojiya dijmin bi kar neynin

Tirkiye her êrîşeke xwe ya ser rojavayê Kurdistanê, her dagirkerina beşekî rojava navek lê kiriye, wek ” Mertalê Firêt û Çiqlê Zeytûnê” û nizanim çi û çi…

Rûdaw jî di xeberên xwe da eynî termînolojiyê bi kar tîne, ew jî dibêje ”Operasyona Çiqilê Zeytûnê, kontrolkirina herêma Efrînê û Mertalê Ferêt.”

Bikaranîna vê termînolojiya Tirkiyê şaş e, eyb e.

Tirkiye çi navî li dagirkeriya xwe dike bira lê ke, dibê em di medya kurdî da eynî termînolojiya dijmin qebûl nekin û bi kar neynin. 

Dibê em ji dagirkeriya Efrînê ra tu carî nebêjin ”Çiqilê Zeytûnê û kontrolkirina herêma Efrînê.” 

Efrîn hatiye dagirkirin û navê wê jî ne ” Çiqil miqlê Zeytûnê û kontrolkirina herêma Efrînê” ye, navê wê dagirkerina Efrînê ye.

Belkî Îraqê û Heşda Şehbî jî navek li dagirkirina Kerkûkê kiribû. Ma di medyaya xwe da emê wî navî bi kar bînin?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE