Sofî Biro êvarekê çû mizgeftê nimêja terawîhan. Mele nimêj pir bi lez dida kirin, kes pê ra nedigîha. Gava mele silav da, sofî Biro devê xwe kir guhê mele û hêdîka jê ra got:
-Mele, hinekî hêdî, ez bi zor dibêjim ”suphane rebîyel ela…”
Mele got:
-Sofî, ji halê xwe ra şikir bike, bi Xwedê ez wiya jî nikanim bibêjim…
Roja îniyê dest pê nadin
Mêrik roja îniyê wefat kir. Piştî nimêja cenaze lawê merhûm
yê mezin Hemê çû ba mele û bi meraq jê pirsî:
-Seyda, bavê min roja îniyê wefat kir, gelo ewê li axîretê rehet bike?
Mele got:
-Rahmetî nimêj dikir?
-Na nimêj nedikir, lê roja îniyê mir.
-Rahmetî araq vedixwar, xumar dilîst?
-Her êvar vedixwar û carnan jî xumar dilîst, lê roja îniyê wefat kir.
-Rahmetî derew merew dikir, tu qet bû şahidê derewên wî?
-Erê bi Xwedê gelkî derew dikir, bi kêmanî nîvê gotinên vir bûn, lê roja îniyê wefat kir.
-Berdûşî filan dikir?
-Erê erê, berdûşekî temam bû, lê roja îniyê wefat kir.
Mele hew tehamul kir, got:
-Roja îniyê ewê dest pê nedin, lê rojên din ewê qûşê lê biqetînin û tiran jê berdin.
Bexşîş
Mêrik rût û bêpere çû meyxanê têr xwar û vexwar, heta ku serxweş ket. Wexta hesabdanê got wele perê min tuneye. Xwediyê meyxanê bala xwe dayê pera nade, tep rep û bi şîrmaqan vêket, baş nerm kir.
Di vê nabênê da barmen jî hat sîleyek li mêrik xist. Patron got:
-Kuro te çima lîxist ? Ji xwe min têra xwe lê xistibû…
Barmen got:
-Ew jî bexşîşa min e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar