04 januari 2019

Dibê meriv ji vî xortê alman ibretê bigire !


Bîstek berê di facebookê da yekî ji min ra daxwaza hevaltiyê şand.
Navê wî bi erebî bû, min nikanîbû bixwenda. 

Min piçekî bala xwe da profîla wî, min dît wa ye gelek tiştên kurdî û li ser kurdan di malpera wî da hene. 

Lema ez zêde bi dû navê wî neketim û min daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl kir...


Saetek di ser ra derbas bû nebû, bi riya messngerê ji min ra mesajek bi kurmancî şand. Mesajeke him ez gelkî kêfxweş kirim û him jî matmayî hîştim...


Di mesaja/nameya xwe da dibêje ew xortekî alman e, 24 salî ye û di kampa penaberan da rastî malbateke kurd hatiye û ji bo xatirê wan di nava şeş mehan da fêrî kurdî bûye.
Berê jî erebî fêr bûye. 

Nuha him bi erebî û him jî bi kurmancî baş fêr bûye û dixwaze di rojên pêş da bibe tercuman û mamosteyê kurdî.

Ez li jêr nameya wî û bersîva xwe diweşînim. 

Ez navê wî nadim çimkî wî bi xwe nexwest ez navê wî bidim…

Merheba Fabianê hêja !
Min nameya te bi heyranî û bi dilşadiyek mezin xwend. Bira te bizanîbûya ez bi tiştên te nivîsîne çiqasî kêfxweş bûm.

Bûm heyranê kurmanciya te. Tenê kanê bibêjim her bijî!

Xwezî kurdên bi tirkî û bi erebî dinivîsin û bi kurdî fêr nabin û nanivîsin ji te îbret û bigirtana. 

Te nîşan daye gava meriv bixwaze meriv kane di nava demeke kin da kurdî fêr bibe û him jî pir baş.

Ji bo ku kurdên fêrî zimanê xwe nabin, siyasetmedar û serokên bi salan e serokatî û nûnertiya kurdan dikin ji te îbret û îlhamê bigrin û şerm bikin, heger tu destûrê bidî ezê vê nameya te di bloga xwe(hindik-rindik)da belav bikim. Ez li bende bersîva te me.
Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.
Zinarê Xamo
2019-01-04
Stockholm

 Nameya xortê alman:

"Rojbaş , tu çawa yî?
Ez dixwazim xwe bi te bidim nas kirin.
Ez xortekî Alman im, bîst û çar salî me . Dema ku min li kampeke penaberan kar dikir, min dest bi fêrbûna zimanê erebî kiribû. Pişt re bi salekê min malbateke Kurd dît û ew bû malbata duyem ji min re. Ew malbat ji (dê û bav, ap û jinap, birayên ,xwişk, birazî, xwaziyên hwd.) pêk tê. Ji bo wan, min dest bi fêrbûna zimanê kurdî kir.
 
Niha ez hewl didim, ku her roja îniyê videoyekî bi kurdî daxim. Di van rêzefilman de ez dixwazim li ser mijarên " jiyana li Almanya û tendirûstiya mirovan û hin mijarên din" bipeyvim.
 
Ez dibêjim qey ev ramaneke baş e, ji ber ku gelek kurd jiyana li Almanyayê nas nakin. 

Ez du sal û nîvan bi Erebî û nîv salekê bi Kurdî ji bo penaberên Ereb û kurd di warê wergerandinê de xebitîme. Bi taybet jî di meselên li dibistan, cem bijişkan û li nexweşxaneyan. 

Ev karê min ê rojane bû- bê guman ev yek min pê beramber(bêpere) dikir. 

Di pêşerojê de ez dixwazim ku bibim wergervanekî sondxwar di zimanên Erebî û Kurdî de. 

Herwiha di vê navberê de min armancek li pêş çavên xwe danî, ku rojekê ji rojan bibim mamosteyê zimanê kurdî.
Silav û rêz
Her bijî Kurdistan
Nav û paşnav....."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE