Îran jî dijmin e, xêra me naxwaze.
Îraq jî dijmin e, xêra me naxwaze.
Sûriye jî dijmin e, xêra me naxwaze û him jî axa, erdê kurd nuha dixwazin azad
biikn, li ser bibin xwedî desthilat aîdî Sûriyê ye.
Lê dîsa jî ne Sûrî û ne jî dewleteke din bi qasî Tirkiyê xwe nadirîne û neyartiya kurdan nake.
Tirkiye nuha wek dewlet, bi hemû dezgehên xwe ve 24 saetan wek kûçikê şopger, kûçikê narkotîkê li her dera dinyayê wer li dû kurd ye.
Tirkiye ji Sûriyê bêtir xwe li kurdan radişîne, ji bo ku
êrîşî kurdan bike, nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî maf derewên nemayê dike,
hoqebazî û fêlbaziyên nayê bîra kesî dike.
Erdogan bi telefonên xewa şevan
liTraump heram kiriye, nahêle camêr têr xewa xwe bigre; gav û saetê telefonî
Trump dike.
Çavuoûoglu 24 saetan wek tajiyê li dû nêçîrê be, wer dû
Pompeo ye.
Nahêlin serfermandarê Amerîka Joseph Dunford du rojan di
nava zarokên xwe da bimîne, heftê carê rebeno dawetî Anqerê dikin.
Qesra Spî û Pentagon nuha tenê bi Tirkiyê ra mijûl in.
Amerêka wek dewlet gêj kirine. Bûne bela, mukir û ketine dawa Amerîkayê, bûne
donê berazê gurrî û di Trump geriya ne...
Hemû mesele dibê kurd li Sûriyê nebin xwedî maf.
Kurdê herî bêxîret jî dibê baş bizanibe li vê dinyayê tu kes
bi qasî tirkan ne neyarê serê me ye.
Rojekê ewê karê wan jî biqede û dor were wan jî. Wê rojê
xiyaneta wan jî ewê wan xelas neke.
Tiştê ji wan ji zarok û ji neviyên wan ra wek mîrat bimîne
rûreşiya hevalbendiya bi dijmin ra ye, xayintiya bi qewmê xwe ra ye.
Her ku dema bindestiyê dirêj dibe kurd bêtir dibin hevalên
dijmin. Û bi zêdebûna cahşan û hevalbendên dijmin ra xiyanet jî normalîze dibe.
Nuha di nava kurdan da hevalbendên Tirkiyê hewqas pir bûne, şevê taximekî
derdixin TRTkurdî yê. Di kanalên din da jî pê li serê hev dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar