Di medyaya sosyal da her roj xeberên, anonsên "tazîyeyan" dixwînim. Şîna kurdî rabûye û "tazîye" ya erebî ketiye şûna wê
Berê gava yek dimir şîna wî/wê çê dibû. Xelk û alem diçûn şînê.
Malbata yê wefat kiriye heta demekê şînî bû, pîrekan reş girê didan ji ber ku şînî bûn.
Berê gava yek dimir şîna wî/wê çê dibû. Xelk û alem diçûn şînê.
Malbata yê wefat kiriye heta demekê şînî bû, pîrekan reş girê didan ji ber ku şînî bûn.
Gotina pêşiyan e, me digot dost û dijmin di şîn û şahiyan da diyar dibin.
Lê di nav van çend salên dawî da gotina ”şîn” rabû, ”taziye” ket dewsa wê, êdî kêm kes gotina ”şînê” bi kar tîne, hema hema her kes dibêje ”tazîye”, emê herin tazîya filan kesî, em çûn tazîya filan kesî.
”Tazîye” gotineke erebî ye û tê maneya serxweşiyê. Yanî ”tazîye” ne şîn e, serxweşî ye.
Lê kurd nuha ”tazîyê” him di maneya şînê da û him jî di maneya serxweşiyê da bi kar tînin.
Ji ciyê şînê, ji mala şînê ra dibêjin ”tazîye evî” û gava diherin serxweşiyê jî dibêjin em çûn taziyê…
Bi kurtî di nava çend salan da ”şîn” û ”serxweşiya” kurdî mir, ”TAZÎYE” ya rebî ket dewsa herduyan.
Wek tê dîtin ne benderuh tenê, ziman jî dimre û him jî li ber çavê me û bi destê me.
Sebebê kurdan dev ji gotina ”şînê” berdan û bi qûna ”tazîya” erebî girtin çi ye, çima wiha bû dibê fîlologên kurd fikrên xwe bibêjin û sebebê wê îzah bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar