27 september 2023

Masîyê mezin masîyê biçûk dixwe

Kurd û êrmenî masîyên biçûk in, lema ji alî masîyên mezin va tên xwarin. Qedera me û êrmeniyan pir dişibe hev.

Bi rastî jî tarîx carnan ji tekerurê îbaret e. Bi kêmanî yên xurt kanin qetlîamên xwe ducar, sêcar bikin.

Qedere kurdan û êrmeniyan di warê tekerura tarîxê da, di warê trajediyan da pir dişibin hev. Erê êrmenî bûne xwedî dewletekê lê ew dewleta wan nikane wan ji qetlîam û tehcîran biparêze.
Di tarîxê da qetlîam û tehcîr tim bûye qedera kurdan û êrmeniyan.

Li ber çavên dinyayê bi hezaran êrmenî ji Qerebaxê bi darê zorê tên koçberkirin.

Hetanî nuha herî kêm 30 hezar êrmenî gund û bajarên xwe terikandin, bi çolan ketin, di riyan da perîşan bûne.
Çawa ku dinyayê li Şengalê, li Efrînî, li Serê Kaniyê li tehcîra kurdan temaşe kir, nuha jî li tehcîra êrmeniyan temaşe dike.

Êrmenîstan xwedêgiravî dewlet e, lê ew jî nikane xweliyekê li serê xwe ke, here hawara gelê xwe.
Ev dinya ya xurtan û zaliman e, kî kanibe bi kê dipelixîne.

Masîyê mezin masîyê biçûk dixwe. Kurd û êrmenî masîyên biçûk in, lema hûtên mezin wan dixun.

Dinya ji Azerbêcanê ra nabêje, we Qerebax girt, dibê hûn êrmeniyan mecbûrî koçberiyê nekin. Ji ber ku Tirkiye li pişt Azerbêcanê ye, lema jî ewê êrmenîyekî li Qerebaxê nehêlin. Bi êrmeniyan ra kurdên li wir hene jî ewê bi çolan xin.

XXX

Aşvan tu carî nabe poşman. Destê xebitî li ser zikê têr e. Rewşa me çiqasî xerab be jî emê ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin, gotina xwe, fikrê xwe bibêjin.

Tembelî, bêhêvîtî malwêranî ye, dawiya şeva herî tarî jî sibe ye, ronahî ye. Ev roj jî ewê derbas bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE