27 september 2023

Hal û ehwalê merivên extîyar

Du kalên hilhilî rûniştibûn derdên xwe ji hev ra digotin, ji extîyariyê gazn dikirin. Yekî got:

-Law Hemo, ev malmîrata extîyariyê çi tiştekî zor û ne xweş e. Serê min, pişta min, milê min, nigên min, her dera min diêşe. Çavên min baş nabînin. Pişt li min xûz bûye, bûyek nêk. Destên min dilerinzin. Piştî çend gav meş bîn li min diçike. Ma rewşa te çawa ye, tu di çi halî da ye?

Hemo di bin çavan ra li hevalê xwe nêrî, mizic, got:

-Ez baş im. Ez wek roja pêşî ya diya xwe bûme. Serê min zulût e, têlek por bi serê min ve tune ye, kox bûme, diran di devê min da tune. Bi bin xwe da berdim haya min ji min tune.

XXX
Fahla mêrik feqîr
Mêrik feqîr ketibû, debara wî nedibû, zikekî têr, zikekî birçî bû. Rabûye çûye ba qerçiya fahlavêj, jê ra qala derdê xwe kiriye, gotiye ji min ra fahlekê veke.

-Jinikê çend morî û xîç avêtine ji nav tasek av da, tiliya xwe di nav da gerandiye, gerandiye, gotiye:

-Wele wer xuya dike sê(3) salên din jî tu yê van zahmetiyan bikşînî.
Mêrik bi meraq pirsîye:

-Baş e piştî sê salên din halê min ewê çi bibe?
Fahlavêjê gotiye:

-Hetanî wê çaxê tu yê fêrî zahmetiyan bibî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE