27 september 2023

Rûsya bûbe hevalê kê di nîvê rê ra terkê kiriye

Kê bawerî bi Rûsyayê anîye li zirarê derketiye, malik li xwe viritandiye.

Rûsya tu carî nebûye dîwarekî saxlem, meriv kanibe pişta xwe bispêrê. Rûsya bûbe hevalê kê di roja herî teng da terkê kiriye, bi tenê hîştiye.

Rûsan di Şerê Cîhanê yê Yekê da soza alîkariyê dan Tevgera Azadî lê sozên xwe neanîn cî, bi Tevgera Azadî ra bêbextî kirin, ew xapandin, heta ku tirkan xwe dan ser hev.

Komara Kurdistanê(Komara Mahabadê)ji ber bêbextiya rûsan têk çû.
Di şerê Balkanan da sirban bawerî bi rûsan anî, lê rûsan Sirbistan bi tenê hîşt, sirb teslîm bûn.

Di şerê Sûriyê da Pûtîn kurd û Beşar Esad firotin Tirkiyê û çeteyên îslamî.

Êrmenîyan bawerî bi Rûsyayê anîn, lê Pûtîn bi wan ra jî bêbextî kir, hîşt azerî û Tirkiye êrîşî Qerebaxê bikin û bi hezaran êrmenîyan mecbûrî koçberiyê bikin.

Yanî hetanî nuha kê pişta xwe sipartiye rûsan, li zirarê derketine, poşman bûne.

XXX

Tirk merivên pir ecêb in, ji ber bêkariyê, ji ber bihayiyê, ji ber enfilasyona rojane her roj qare qara wan e, gazinan dikin, dibêjin wiha here ji dêlî gazê emê sergîna bi kar bînin.

Him wiha dibêjin him jî rayên xwe didin Erdogan.

Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne.

XXX

Hevalên rojên fire, hevalên kêf û şahiyê pir in, lê yên rojên teng û şînê kêm in.

Kesên do ji bo ku bi serokên PYDê, YPJê ra rismekî bigrin diketin dorê, ew dawetî welat û meclîsên xwe dikirin, wek kevokên teqlebaz, teqle dan xwe, ji nişka ve bûn hevalên dijminên kurdan.

Îro barê kurdan hinekî xwar bûye, welatên xwedêgiravî demokratîk bûn, merivên xwedêgiravî dostên kurdan bûn(Swêd yek ji van e) ji tirsa Tirkiyê dev guhertin, bûn neyarên kurdan, bûn rexnegirên kurdan yên herî bêûjdan, herî bêbext.

Tu rewş, tu rojên teng ne ebedî ye, ev roj jî ewê derbas bibin, rûreşiya kesên durû di tarîxa wan da ewê wek lekeyeke reş bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE