26 september 2023

Dibê meriv ne li Xecê, li netîcê binêre

Merivê tirsonek wek kêra ko ye, meriv nikane pê tu karî bike.

Di siyasetê da tirsonekî, oportunîstî malwêranî ye.

Erê her gotin li her derê nayê gotin, lê li hemberî hin bûyerên muhîm nabe meriv bêdeng bimîne, dibê meriv raya xwe, fikrê xwe bibêje.

Dema meriv bawer kir hin tişt şaş bûne, dibê ew biryar nehata girtin, ew gav nehata avêtin dibê meriv bibêje, şaşiya xwe qebûl bike.

Di siyasetê da meriv carnan biryarên şaş digre, hemleyên çewt dike û jê zirarê dibîne. Ya rast dibê meriv biwêribe şaşiya xwe qebûl bike.

Ne rast e ji bo xatira meriv şaşiyê biparêze. Hevaltiya partiyan gelek kes kirine partîzan, vê yekê bi gelek kesan dide kirin. Pesn û halan tu fêdê nade meriv. Însan ne li Xecê, li netîcê dinêrin.
Hin siyasetmedarên me biryarên şaş girtine, di karên xwe da, di siyaseta xwe têk çûne, lê hin kes hîn jî pesnê wan didin, halanan tê hildidin.

Neynik eyba meriv, netîca kar jî serketin û têkçûna meriv nîşan dide. Di siyasetê ya muhîm meriv çi bi dest xistiye, çi ji dest daye ?
Bi referandûma serxwebûnê ya 2017 kurdan zirareke mezin dîtin, hinek dibêjin ji %51ê axa Kurdistanê, hinek dibêjin ji %42ê axa Kurdistanê ji dest dan, dilê Kurdistanê Kekûk hat dagirkirin, desthilata sînoran ket destê Îraqê. Îxracata petrolê ji kurdan hat sitendin. Di warê siyasî û dîplomasî da kurdan gelek tişt wenda kirin.
Yanî bi referandûmê ne me serxwebûna xwe îlan kir, ne jî erdê dagirkirî xelas kir. Belovacî wê me gelek tişt ji dest da.
Piştî netîceyeke wiha ne rast e meriv bibêje referandûm rast bû û pesnê wê bide. Referandûm heqê miletê kurd e, lê wext ne rast bû, dibê pêşniyara Amerîka ya taloqkirina du salan bihata qebûlkirin. Gotina vê rastiyê ne dijminatiya başûr e, ne dijayetiya serxwebûnê ye, rexnekirina Mesûd Barzanî ye, rexnekirina biryara şaş e.

XXX

Pîvana serketinê li gorî şertan kane were guhertin. Lê heger meriv di tîcaretê da topê bavêje, rût û repal bibe, di siyasetê da negihîje hedefa xwe, bi bin keve, dijmin zora meriv bibe ev ne serketine, têkçûn e.

Ne rast e meriv pesnê zirara xwe, têkçûna xwe bide. Dibê meriv têkçûna xwe, şaşiya hesabê xwe wek serketinê nîşan nede.

Mêranî, biheqbûn têkçûnê meşrû nake. Heger dijmin zora te bir maneya xwe te hesabekî şaş kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE