25 september 2023

Her milet bi xêra tifaqê azad bûye

Ji bo ku miletên esiltirk (azerîyan, qazaxan, tirkmenan, ozbekan, qirgizan, tirkan) tim alîkariya hev kirin bi serketin, giş bûn xwedî dewletên serbixwe.

Destê bi tenê deng jê nayê. Her tişt bi tifaqê, bi hevkariyê, bi hedefeke mişterek dibe. Miletên esiltirk tim alîkariya hev kirine, lema jî mêrikan bûne xwedî 6-7 dewlet.

Ji bo ku ev ruhê netewî, ev tifaqa netewî bi me ra tune ye, pir kêm, e em ji bindestiyê xelas nebûne.


Bala xwe bidinê di şerê Qerebaxê da tirk giş, heta welatên misilman jî piştgiriyê didin azerîyan. Ne piştgiriya Tirkiyê bûya Azerbêcanê bi tena serê xwe nikanîbû Qerebax ji Êrmenîstanê bigirta.

Em kurd miletek in lê dîsa jî em xêra hev naxwazin, di rojên teng da naçin hawara hev.

Dibê em baş bizanibin sebebê heta nuha em nebûne xwedî dewleteke serbixwe ne ji ber xurtiya dijminên me tenê ye, sebebê esasî û yê herî muhîm em in. 

Hinekên me li hemberî dagirkeran serî hildidin, deh qatê wan dibin hevalên dijmin, şerê birayên xwe yên azadîxwaz dikin.

Di serîhildanên kurdan hemûyan da bêtifaqî û bêbextîya kurdan bûye sebebê têkçûna hêzên netewî, azadîxwaz.

Ne ajantî û xiyaneta bînbaşî Qasim(Kasim Ataç) bûya Serîhildana Şêx Seîd têk nediçû, ew felaketa mezin nedihat serê kurdan. 

Girtina Xalid Begê Cibrî, serokên Tevgera Azadî, ya Şêx Seîd û 46 kesên hatin îdamkirin giş ji ber xiyaneta Kasim Ataç e, wî tim rapor û navên serokên Tevgera Azadî daye dewletê, xwestiye wan bigrin, y ana ewê Kurdistaneke serbixwe çê bibe.

di her serîhildanê da hin kurdan bi qewmê ra xiyanet kirine, ew jî bûye sebebê têkçûna serîhildanan.
Ya din jî kêmasî û nezaniya serokên kurdan e, hesabên xwe baş nekirine, serîhildan lokal hîştine.

Heger keştî nagihîje hedefa xwe sebeb ne ba, bahoz û pêl tenê ne, sûcê qaptên jî pir e. 

Qaptanên keştiya me ne qaptanên baş û jîr bûne, lema keştiya me tim binav bûye; wer xuya dike li başûr vê carê jî keştiya me ewê binav bibe, kurd ewê nikanibim bigihîjin azadî û serxwebûna xwe.

Li wir jî marfên heyî yek bi yek ji destên wan tên girtin. Pêşeroja başûr pir tarî xuya dike.

XXX

Fena ku Îraq berbî şerekî bi kurdan ra dihere, bingehê şerekî bi kurdan ra amade dike. Misebibên vê rewşê serokên PDKê û YNKê ne, bêtifaqiya wan, neyartiya wan a bi hev ra û hukumdariya wan a ne qanûnî bû sebebê ereb û tirkmen wan têxin vê hesargehê, wan ji pertav da bixînin.

XXX

6 sal berê di 25ê 2017a da li Kurdistana Başûr referandûma serxwebûnê çêbû. Ji %93ê kurdan gotin erê.

Min jî bi dil û can piştgiriya referandûmê kir. Li her çar perçên Kurdistanê piraniya miletê kurd bi coşeke mezin destek da referandûmê.

Referandûm helbet mafê miletê kurd bû, kes nikane bibêje referandûm ne heqê me bû.
Lê heq tiştekî din e, hilbijartina wextê tiştekî din e.

Heqê me ye em Îraqê, Tirkiyê, Îranê, Sûriyê ji welatê xwe derxin, lê em nikanin. Em bi zor referandûmê bikin emê li zirarê derkevin.

PKKê bi şerê xendekan kirin mala xwe û kurdan şewitandin.
Yanî wext dibê misaid be, hêza meriv têrê bike, piştgirî dibê hebe.

Mesûd Barzanî hesabê şertên der û hundur baş nekir, guh neda kesî. Di ser da propagandeyeke wer dikirin fena ku Amerîka û gelek welatên din di bin ra destegê didin referandûmê. Ev ne rast bû.
Amerîka, Fransa, Yekîtiya Ewrûpayê jî di nav da tu dewletê piştgirîya referandûmê nedikir.

Amerîka bi nameyekê gotibû du salan texîr bikin, lê Mesûd Barzanî him guh neda dîtinên dewletên dost, him jî nameya Amerîkayê eşkere nekir.

Dibê Barzanî guh bida Amerîkayê û dewletên dost.
Dema îro meriv li netîceya referandûmê dinêre meriv dibîne netîce felaket e.
Referandûm bû sebebê ji sedî 40 axa Kurdistanê hat dagirkirin, Kerkûk hat dagirkirin.
Rewşa kurdan ya siyasî gelkî xerabtir bû. Yanî me bi referandûmê tiştek bi dest nexist, lê zirareke mezin dît.
Bi rerferandûmê Kurdistan nebû welatê me, Kurdistan berê jî welatê me bû.  
Barzanî ji bo parastina kursiya xwe hesabekî şaş kir, ev yek jî li ser miletê kurd pir biha mal bû.
Di tîcaretê da, di siyasetê da meriv têk biçe dibê meriv şaşiya xwe qebûl bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE