24 september 2023

Me îro tiriyê xwe top kir û kir şerbet

Îsal dara me ya tirî bi baran tirî girtiye, tu salê hewqas tirî negirtiye.

Ne dara me tenê, îsal li Swêd dar giş di bin gul, kulîlk û mêwan da şikiyane. Her darê bi kîloyan mêwe girtiye.
Xanim danê êvarê hilkişiya ser nêrdiwanê û pê da hilperikî, satilek tiriyê reş top kir.
Min tiriyê xwe du caran paqij şuşt û keland, kir şerbet û bera şûşan da.

Emê çend rojan pê xurîniya xwe bikin û vexwun.


Heger min zanîbûya minê bikira şerab. Ez ji heq dernayêm.
Hevalên dixwazin kanin werin têra xwe bibin. Pir e, bi texmîna min 20-30 kîlo pêva heye.


Werin, destê we ji we ra. Nêrdiwan û meqesê jî bi xwe ra neynin, emê wan jî bidin we.

Lê topkirin li we ye, em ji we ra top nakin.
Ezê di ser da qahweyek kurdî jî bidim we.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE