24 september 2023

Kes nikane îradeya miletê kurd bişkîne

Tu kes, tu dewlet, tu hêz nikane miletekî teslîm nebe, miletekî ala sipî hilnede têk bibe, teslîm bigire.

Ev du sed sal in kurdan ji bo azadî û serxwebûna gelek caran serî hildana û têk çûne. Gelek trajedî û qetlîamên pir mezin dîtine.

Lê teslîm nebûne, careke din, careke din hêzî ser xwe kirine, serî hildane.

Ev rojên tarî jî ewê derbas bin, ev serokên mala kurdan şewitandine jî ewê herin.

Meriv nizane sibeyê çi bi xwe ra bîne, surprîzên dinyayê pir in, dibê meriv bêhêvî nebe. Lê baş bizanibe bi sîleha xerabe şer nabe.
Riya me çiqasî asî û mişt zor û zehmetî be jî emê bigihîjin hedefa xwe, emê rojekê welatê xwe rizgar bikin û azad bijîn.

XXX

Heta serok û rêberên me ne li hev bin, bi hev ra ne rast û bi tifaq bin emê tu carî nikanibin ji vî zelûliyê, ji vê perîşaniyê xelas bibin.

Dibêjin Xwedê gotiye, hûn dudu bi hev ra rast bin, ê sisiya ez im.

Ji ber ku serokên me bi hev ra ne rast in tim li zirarê dertên.

Çawa ku bi sîleha xerabe şer nabe, bi serok û rêberên ne şareza jî meriv bi ser nakeve.

XXX

-Ji do dersê bigire, îro bijî, ji bo sibe bi hêvî be.

“Albert Einstein”

Di jiyanê da gelek bûyerên, gelek serpêhatiyên meriv jê dersê bigire hene. Dibê em ji tarîxa xwe ya nêz, ji serpêhatiyên xwe derseke baş bigirin.

Şeva herî tarî jî bi hilatinê rojê ra mahkûmî wendabûnê ye. Tu dîktator, tu dem û dewran ne ebedî ye, tu serok ne nemir e. Ev dem jî ewê derbas bibe.

Heft kilamên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne. Yê me jî ev mesele ye. Ji bo ku em di halekî pir xerab da ne, serokên me ne tu serok in, lema em tim qala eynî tiştî dikin. Lê wiha ye, xeyala merivê kole tenê azadî ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE