23 september 2023

Xeyalên bêbingeh meriv xeyalşikestî dike

Akademîsyen, dîrokzanekî kurd bi navê Abdulkadîr Kocadag di twîtteke xwe da gotiye, Qerebax perçeyekî ji welatê kurdan ê antîk e. Ehlê wê kurdên asîmîle bûne.
Piştî êrmeniyên dagirker wira terikandin, hêvî dikim birayên me yên azerî kurdên ji ber zulma êrmeniyan reviyabûn paş da bîne Qerebaxê.

Gava dîrokzanekî me vê hêviyê ji Azerbêcanê, ji azerîyan dike meriv matmayî dimîne.

Azerî zirniqekî jî nadin kurdan. Azerî bikanibin kurdên mane jî ewê bikin azerî.
Azerîyan di wexta Sovyetê da bi darê zorê bi sedhezaran kurd asîmîle kirin, kirin azerî, nehîştin kurd bi zimanê xwe bipeyivin, zimanê xwe bi pêş xînin, nehîştin kurd dezgehên xwe yên netewî ava bikin. Ma nuha ewê dilê wan bi kurdan bişewite, welatê wan, mafê wan bidê?

Hetanî Tirkiye ev Tirkiye be, hetanî kurd li wir bindest bin, li Azerbêcanê azerî zirniqekî jî nadin kurdan.

Hewcedariya azerîyan ne bi kurdan, bi Tirkiyê û bi tirkan heye. Tirkiye li ser kurdan ji Azerbêcanê çi bixwaze azerîyên wiya bike. Dibê em bi xewn û xeyalên vala xwe nexapînin.

Xeyal belaş be, meriv kane her tiştî xeyal bike, lê xeyalên realîst hene, xeyalên ne realîst hene. Bi xeyalên vala meriv tiştekî bi dest naxîne.

Tirk, azerî, tirkmen tu carî nabin dost û xêrxwazên kurdan.
Li Îranê azerî ji farisan bêtir neyartiya kurdan dikin. Tirk çiqasî antî-kurd in, li Îranê jî azerî hewqasî antî-kurd in.

Li Îraqê, li Kerkûkê yên pişta kurdan şikandine tirkmen û tirk in, Tirkiye ye.
Li Sovyetê di nabêna salên 1937-1944a da yên kurd bi darê zorê ji erd û avên wan, ji welatê wan, ji Êermenîstanê, ji Gurcistanê, ji Azerbêcanê derxistin, birin çolên li Asya Navîn, li Ozbekîstanê, li Qazaxîstanê, li Qirgisîstanê, Tirkmenîstanê belav kirin azerî û Tirkiye bûn. Dibê em ji tarîxa xwe ders û ibretê bigirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE