23 september 2023

Suyarê çê baskê hespê ye

Li Ewrûpayê serokê partiyekê di hilbijartinekê, du hilbijartinan da rayên xwe kêm bike îstîfa dike, dibêje heyran ez bi ser neketim, bira yekî din were.

Serokên partiyên me li başûrê Kurdistanê ji ber hesab û siyaseta şaş Kerkûk û nîvê Kurdistanê dan dijmin, welatê xwe neparastin, Kerkûka dilê Kurdistanê kirin bajarekî ereb û tirkmen, lê hîn jî li ser kursiyên xwe ne, hîn jî serok in.

Nuha li Kerkûkê di warê siyasî û îdarî da qeweta kurdan bi qasî ya tirkmenan jî tune ye.


Sebebê vê felaketê jî serokên YNKê û PDKê ne, ji ber nakokiya nabêna xwe Kerkûk û nîvê Kurdistanê bi rehetî dan dijmin, Kerkûk ji destê kurdan derxistin.

Hilbijartin, milbijartanan jî çênakin, carê hukim girtine destên xwe nadin kesî.

"Serokek wek şivanekî ye, dibê keriyê xwe berbî kendalekî va najo."
Nelson Mandela
Serokên YNKê ûPDKê ji ber bêtifaqî û berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî kurd di newaleke kûr werkirin, derketina kurdan ji vê newalê pir û pir zor e.
Suyarê çê baskê hespê ye, suyarê xerab barê hespê ye. Serokên me rêber û suyarên xerab in, li pişta miletê kurd bûne barekî giran, bi bêtifaqî û siyaseta şaş milet perîşan kirine.
Hêvî dikim deriyekî xêrê li me vebe, em ji vê kaosê xelas bibin.

XXX

Hukûmeta Îraqê 2550 pûlis tayinî Kerkûkê kirine. Ji vê jimarê para kurdan 350, para tirkmen 350, ya ereban jî 1850 ye.

Para kurdên xwediyê Kerkûkê bûye bi qasî ya çend hezar tirkmen.

Ji bo miletê kurd felaketeke mezin e, Tirkiyê li ber çavê me Kerkûk ji me stend.

Ev bûyer jî nîşan dide bi saya serê serokên me yên bêkêr, nezan, xeşîm kurdan destên xwe ji Kerkûkê û ji %50î Kurdistanê şuştine.

Kurd bi qasî tirkmenan jî êdî ne xwediyê Kerkûkê ne. Li gorî vê tayinê tirkmen ji kurdan bêtir xwediyê Kerkûkê ne, ereban jî ev yek qebûl kiriye.

Kurdan bi destên serokên xwe Kerkûk û nîvê Kurdistanê dan ereban.

Dibê kurd ji van serokan xelas bibin, heger xelas nebin, Silêmanî û Hewlêrê jî ewê ji destê kurdan herin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE