Îro li Stockholê bihar bû, rojeke pir xweş, bi tîn hebû, 20 derece germ bû. Min û xanimê piştî me gerra xwe qedand, li hewşê me xwe da ber tavê.
Di vê mehê da rojeke wiha bi destê meriv nakeve. Her tim wa lê nayê.
Min û xanimê li hewşê, li ber vê roja xweş qahwa xwe bi şêwr û mişêwran, bi hin xeyalên pêşerojê
vexwar. Bêtir jî ez xeyal dikim û xeyalên xwe jê ra dibêjim, ew jî ya tesdîq dike, ya jî lêva xwe hil dike.
Xeyalên min bi piranî nakevin serê wê, piraniya wan zor, bi rîsk û talûke dibîne. Xanim dixwaze çend salên xwe yên mayî sakîn û bêrîsk bijî. Di vî varî da em li hev nakin.
Legleg bê leqleq nabe, însan bêxeyal nabe.
Xwedê heye, îlonê îsal em îhya kirin. Ez bi tena qazaxê pîkin gerîyam.
Demsal jî şaşomaşo bûne, jêvajorî li mehan daketiye, li
Stockholmê 28ê îlonê wek biharê be ne normal e.
Tu tişt wek xwe namîne, dinya, hewa, surişt berê jî guherî,
nuha jî diguhere.
XXX
Yekîtiya Ewrûpayê gotiye ji bo koçberan ewê piştgiriya xwe
ya bi Tirkiyê ra bidomîne. Erdogan mêrik bûye wek berxê li ber du makan, kêf
kiriye, pere bi ser da dibare.
Mêrik ji gur birçîtir e, ji mar tazîtir e. Dixwe naxwe tu carî têr naxwe.
Ji yekîtiya Ewrûpayê digre, ji Neteweyên Yekbûyî digre, ji
Almanyayê digre.
Xwedê dayê, mêrik him xeraca xwe digre, him koçberan qefle
bi qefle dişîne Ewrûpayê.
Mêrik benîştî qîrê ye, teniya bi don e, meriv bi heft avan jî
bişo jê pa nabe. Bi bertîlkirinê ev mesele qet çareser nabe, jê ra zor, ço û
devê tivinga mor lazom e.
XXX
Hin kes bûne mirîd, ji xelkê ra hin gotinên ne li rê, ne xweş dibêjin, meriv dixwaze bersîva wan bide, lê ne hêjayî meriv xwe bi ber bayê wan xîne. Mirî ne hêjayî şînê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar