29 september 2023

Çima di siyasetê da jî temenê teqawidiyê tune ye?

Extîyarî jî wek zaroktiyê, ciwanîyê, dema navsaliyê(kamiliyê) merheleyeke jiyanê ya tabiîyî ye.
Piştî zaroktiyê, ciwaniyê, kamiliyê meriv extiyar dibe, fizîkî zeîf dibe. Wek merivê kal û pîr dibê meriv li gorî temenê xwe, emrê xwe hereket bike. Di 70-80 saliya xwe da rê li ber xortan negire, di siyasetê da jî "teqawit" (xaneşîn)bibe.

Wek di her karî da heye, dibê di siyasetê da jî emrê(temenê)teqawidiyê hebe. Dibê însan hetanî mirinê tim ne rêvebir û serokên partiyan bin. Piştî 65,70,80î dibê di siyasetê da jî însan teqawit bibin, bihêlin ciwan bibin serok.

Li Ewrûpayê ev kultur heye, însan piştî emrekî dev ji serokatiya partiya xwe berdidin, hinekên nuh tên.

Li ba me kurdan, tirkan, ereban û farisan ev kultur tune ye, yê me serokatî hetanî miriyê ye, ya jî hatanî bi zor were xistin. 

Kes bi rehetî dev ji serokatî û kursiya xwe bernade. Yê carê bûbe serok dibe qîr û bi kursiya va dizeliqe, hetanî mirinê dev jê bernade.
Partiyên kurdan giş bûne partiyên porsipî û rîsipîyan, di civînan da serî hemû sipî ne ya jî zulût in. Heger di nav kurdên başûr da serîyek, du seriyên reş xuya bikin ew jî seriyên bi boyax in.
Li başûrê Kurdistanê kes bi rehetî dev ji serokatiya xwe bernade. Xistan wan jî pir zor e, mêrikan tedbîrên xwe baş girtine, çarhawêlî xwe baş saxlem kirine. Lema jî xistina wan oir zor e. 

Lê kesê nemir tune ye, çend salên wan mane. Jimara wan roj bi roj kêm dibe. Mirin rê li ber xortan vedike.


Piştî emrekî dema kal û pîr dixwazin ehlîyetê bigrin, jiwan rapora saxlemiyê dixwazin.

Dibêjin li tirkiyê yekî 65 salî û hîn mezintir dema di notêrê da wekaletê dide ya jî wesîyeta xwe dinivîsîne  jê rapora saxlemiyê tê xwestin. Yanî hela li ser hişê xwe ya y ana?

Di siyasetê da jî dibê piştî emrekî însan dev ji birêvebirrî û serokatiya partiyan berdin. Hetanî mirinê ”serok” mayin ne rast e.
Bi baweriya min dibê meriv rê li ber ciwanan veke, ciwanan bikşîne nav siyasetê, dîreksîyona partiyan bide destê ciwanan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE