Du pîrên uncûzî(pir pîr, kokimî) ketibûn şêwr û mişêwran, ji hev ra qala hin gelşên xwe dikirin.Yekê got:
-Bi kalê min ev demeke xuyekî ne baş peyda bûye, nenûkên xwe dikoje/dixwe. Min
çi kir dev jê berneda. Min pir aciz dike.
Havala wê got:
-Yê min jî demakê wer kir, lê bi xêra hin tedbîran min jê qut kir.
Pîra hevala wê got:
-Te çi kir ji min ra jî bibêje, ez jî bikim.
Pîrê got:
-Pir rehet e, min diranên wî veşartin.
XXX
Elemanê baş
Patronê fabrîqê ji sibê da bû li elemanê li nuh dest bi kar
kiribû digeriye. Lê erd qelişî bû ketibû bin erdê, nedidît. Dawiya dawî li ser
xwarina navrojê ew dît. Patron bi hêrs got:
-Ji vê sibê da ye ez li te digerim te nabînim. Heta nuha tu
li ku bû?
karkir got:
-Patron, dîtina elemanê baş her tim zor e…
XXX
Kitêbxaneya hefsê
Turîstekî îngilîz li Tirkiyê ketibû hefsê. Tirkî zanîbû,
kanîbû rojname û kitêbên bi tirkî bixwenda.
Rojekê çûye kitêbxana hefsê(girtîxanê), navê çend nivîskaran
û kitêban nîşanî berpirsiyarê kitêbxanê daye, gotiye, ez van kitêbên van nivîskaran
dixwazim.
Berpirsiyarê kitêbxanê keniya ye, gotiye:
-Begê min, ew kitêb di kitêbxana hefsê da tune ne, lê nivîskarên wan li vir in, tu kanî wan bibînî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar