01 oktober 2023

Tajiyê çê jê ra hawkirn ne lazim e

Di medyaya sosyal da em her roj siyasetmedar û serokên başûrê Kurdistanê rexne dikin, dibêjin, em ketine bextê we yekîtiya xwe zû çêkin, bira kêfa dijmin bi me neyê.

Lê ne rexneyên me, ne jî pesin û halanên me pere nakin, kî ji bo xwe çi rast dibîne wer dike.

Teyrê çê jê ra qûrandin, tajiyê çê jê ra hawkirin ne lazim e. Ew zanin ewê çi bikin.  Tajiyê tu bi zor bibî seydê tu seydê nake. Şixul bi zorê nabe, dibê daxwaz hebe. 

Ji bo yekîtiya hêzên pêşmergeyan Amerîkayê hatanî dawiya vê mehê molet dabû serokên PDK û YNKê. Meh qediya, tu yekîtî mekî çênebû. Bi baweriya min hetanî ev serok sax bin yekîtî çênabe, dibê meriv viya ji bîr bike. Hela em binêrin Amerîkayê çi bike?

Kongreya YNKê ya 5a berdewam e, hêvî dikim ji kongreyê netîceyeke baş derkeve. Ez bi meraq li bende netîceya kongreyê me.

XXX

Gelek kurdên bêxîret, bêwefa, nankor, bi nan û ava kurdan mezin bûn, dê û bavê kurd ew hêjandin, mêjandin, xwedî kirin, dan xwendin, kirin mahş, bûn gûzan bi bedena qewmê xwe kirin.

Mêrikan piştî mezin bûn, bi fireqetiyê ketin, bûn çoyê meriv ji serê xwe ra bixeritîne, bûn zilam û rêberên dijmin û bi bedena qewmê xwe ketin.

Derdê wan ji yên dijmin xerabtir e.

XXX

Pêşiyên me zanîbûne serê her tiştî tifaq e. Lema jî gotine tifaqa malekê gundek nikane pê, tifaqa gundekî eşîrek nikane pê, tifaqa eşîrekê dewleteke nikane pê.

Em viya zanin, lê dîsa jî nakin. Û ji ber vê bêtifaqiya me jî em tim bindest mane, nebûne xwedî dewlet.

XXX

Çêyî ji xerabiyê baştir e, heta ji meriv tê dibê meriv terefdarê rindiyê, çêyiyê be, çêyiyê bi hevalê xwe, bi nas û dostê xwe bike. Dibê meriv navê xerabiyê, nerindiyê bi xwe nexîne. Tiştê çê bîna gula jê tê.

Lê gava te çêyî bi yekî kir, çêyiya xwe medikirîne, jê ra meke serhevde. Pesnê xwe mede, bihêle bi xelk bibêje.

XXX

Mewlane gotiye, ji bo ku gulê tehamulî sitrî kir lema bîna wê hewqasî xweş bû.

Bi rastî jî zor û zahmetî meriv kamil û baqil dike, dike xwedî tecrûbe, mezîyet û kapasîteya meriv derdixîne ortê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE