01 oktober 2023

Teqîna bi şik

Li gorî medyaya tirk û Ajansa Anadoliyê ya Tirkiyê li Anqerê li ber wezareta karên hundur teqîneke xwekujiyê çê bûye.

Xwedêgiravî yekî bi bombe xwe teqendiye, yê din jî ji alî pûlisan va hatiye kuştin. Du pûlis jî sivik birîndar bûne.

Bi baweriya min derew e, tiyatro ye, pilaneke MITê ye. Ji wan ra teqînên wiha lazim in. Dixwazin bi derewên wiha kartên destên xwe xurt bikin, xwe jî mezlûm nîşan bidin. Û bi vê hincetê êrîşî Kuristana Rojva bikin.

Li wê rastê, li wê meydanê bêyî ku zirarê bide kesî kes bombe, mombe nateqîne, xwe nakuje. Çimkî li wê meydanê zirarê nade kesî. Dişibe tetbîqateke xeşîm a MITê. Fîguran, xwekuj, maşe kî bin jî sanaryo ya MÎTa Tirkiyê ye. Bêyî zirarê tu fêda  teqîneke wiha ji kurdan ra tune ye.

Tu hêza li Tirkiyê tiştekî wiha bike tune ye. Daîş di bin destê artêşa tirk da ye. Kurd jî dînîtiyeke wiha nakin.
Heger bûyer rast be wan bi xwe kiriye, seneyoyeke MITê ye. Dixwazin dinyayê bixapînin, bibêjin binêrin li ba me jî teror heye, terorîst êrîşî me jî dikin.

Ez bawer nakim kesî tiştekî wiha kiribe, tiştê bûye tertîbeke MITê ye. Çend meh berê li Stenbolê jî teqîneke wiha bi şaîbe kirin. Çend kurdên feqîr girtin, xistin hustuyê PKKê. Kurdên girtin dûra berdan.
Bi îhtîmaleke mezin ewê dîsa wer bikin, dîsa ewê bibêjin PKK ye.

Çimkî nuha ji serokê mezin ra li Tirkiyê çend teqînên wiha lazim e, dibê li Tirkiyê çend teqîn çê bibin, Amerîka û swêd bibîne PKK çiqasî talûke ye. Bi baweriya min sanaryo ev e, dibê çend teqînan bikin û têxin hustuyê PKKê, belkî jî PYD û YPGê jî.

Dibê meriv bi şik li agahiyên hukûmetê û medyaya tirk binêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE