02 oktober 2023

Ax wax serê min, ji derdê kêmaqiliya min

Meriv baqil be, ne bêhiş û totikvala be karê li zirara xwe nake; gava bêhemdî ya jî ji nezanî bike jî naparêze, pê pêsnê xwe nade. Şaşiya xwe qebûl dike.

Ehmeqê totikvala ji têkçûnên xwe tu carî dersê nagire, di ehmeqiya xwe da israr dike.
Ker bi kertiya xwe li dera berê ketibe heriyê dîsa di wir ra nare, riya xwe ji ser diguherîne.
Lê merivê ehmeq deh caran têk çûbe jî dev ji wan metodên xwe yên bûne sebebên têkçûna xwe bernade.

Çimkî aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne. Bi aqilê sivik barê giran ranabe.

Aqilê kêm riya xerab bi ber hevalê xwe dixe, bi destê xwe mala xwe wêran dike, dilê dijmin şa dike.

Kêmaqil dostên xwe kêm dike, yên dijminên xwe zêde dike.

-Aqil tune kêf dike, bîstan tune eşêf dike.
Ax wax serê min, ji derdê kêmaqiliya min.

-Merivê ehmeq haya wî ji ehmeqiya wî tuneye, xwe baqil û zîrek dizane. Lema di xeta xwe ya şaş, malxerab da israr dike.

-Delîlê ehmeqiyê yê herî mezin, ehmeq eynî tiştî gelek caran diceribîne, hêvî dike netîceyeke cihê jê bigire.

Albert Einstein
-Her kes kane şaşiyê bike, merivê ehmeq tenê  di xetayê xwe da israr dike.

-Ehmeqekî zana ji ehmeqekî cahil talûketir e.
Moliere

-Ilim dawî li cehaletê tîne, lê nikane tiştekî bi ehmeqiyê bike.

-Merivên baqil carekê xetayê dikin, yên ehmeq timî xetayê dikin, ji xetayên xwe tu ders û ibretê nagirin.

-Her kes kane şaşiyê bike, lê belê ehmeq sadiqî ehmeqiya xwe dimînin û viya hetanî mirina xwe didomînin.
Çîçero

-Ez zanim du tişt bêdawî ne; kaînat û ehmeqî. Esas di heqê ya pêşî da da zêde ne emîn im.
Albert Einstein


-Dibê meriv hêza ehmeqiya însên tu carî biçûk nebîne.
Robert Heinlein

-Ehmeqek gava tiştekî şaş dike ji dêlî şerm bike, wer bawer dike ku ev karê wî ye, pê serbilind dibe.

Bernard Shaw


-Tenê ehmeq û mirî nikanin fikrên xwe biguherînin
James Russel Lowel


-Sînorê dehayê kane hebe, lê belê ehmeqî derdekî wê yê wiha tune ye.

-Du riyên diherin ehmeqiyê hene. Ya yekê baweriya bi ya şaş e; ya din jî bawerînekirina ya rast e.
Soren Kierkegaard

-Dera milyaket newêrin gava xwe bavêjinê ehmeq bi bez diherinê.
Alexander Pope

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE