03 oktober 2023

Dibê meriv vê cepheyê xurttir û berfirehtir bike

Li Amedê Ciwanên Serbixwe ji gelê xwe ra, li dijî asîmîlasyonê kar û barên pir hêja dikin.

Dibê em van keç û xortên hêja teqdîr û pîroz bikin. Lê teqdîr û pîrozkirin tenê têrê nake, dibê em moral û destegê bidin wan, piştgiriya wan bikin.
Kî li dijî asîmîlasyonê rabe dibê meriv destegê bidê, jê ra bibe pîbar.
Di medyaya sosyal da, li der û dora xwe milet ji xebatên wan agahdar bikin, milet bixebatên wan bihesînin.
Ev keç û xortên me yên bi xîret, yên xwedî şiûra netewî ji miletê xwe ra karekî pir hêja û miqedes dikin.

Ev kar wacibê her kurdî ye. Lê gelek kes bêhiş bûne, siyaseta û îdeolojiyên ji azadiya kurd û Kurdistanê, ji neteweperweriyê bêpar piraniya însanên me gêj û bêhiş kirine.

Înşela Ciwanên Serbixwe bi xebata xwe ewê keç û lawên kurd, kesên asîmîle bûne şiyar bikin, refên xwe roj bi roj berfirehtir bikin.

XXX

Yekîtiya Ewrûpayê serê her koçberekî 4,7 milyon euro xûg, xerac daye Tirkiyê.

Ne karê aqil e!

Meriv naxwaze bawer bike lê rast e.

Min tim gotiye çerxa aborîya Tirkiyê bi perê Yekîtiya Ewrûpayê digere.

Mêrik tê da maye. Yekîtiya Ewrûpayê bûye derbxaneya Erdogan. Heta Yekîtiya Ewrûpayê hebe pişt mêrik nagihê erdê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE