03 oktober 2023

Şerm e paşnavê kurdan "Turk" û "Ozturk" be !

Maneya nav û paşnav pir muhîm e, tesîreke mezin li ser şexsîyeta zarok, însên dike. 

Lema jî nabe meriv nav û paşnavê ne xweş, manexerab li zarokan ke, ev yek bi qanûnê jî hatiye qedexekirin.

Lê nav û paşnav di eynî wextê da nasname û pasaporteke netewî ye jî, aîdîyeta meriv nîşan dide.

Nav û paşnav nasnameya meriv e, di civatê da meriv ji kesên din digerîne.

Lê aliyekî din jî yê nav û paşnav heye; ew jî mane ye. Maneya nav û paşnav tesîrê li şexsîyeta meriv, li hisê aîdîyeta meriv dike. Nav û paşnav ne tenê nasnameya meriv ya şexsî, ya netewî ye jî.

Gava ez dibînim navê hin kurdên xwe nas kirine, li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin, bi kurmancî kitêban dinivîsin, paşnavên wan hîn jî ”Turk, Ozuturk, Erturk, Turkoglu” ye ez matmayî dimînim.

Tu kurd ne mecbûr e vî paşnavê irqçî(Ozturk) li ser xwe bihêle.

Di vê serdemê da dibê kurdek jî êdî vî paşnavê irqçî, antî-kurd qebûl neke.

Nasnameya meriv beşekî muhîm ya şexsîyeta meriv e.

Mamûrên dewletê derî îradeya me, li gorî dilên xwe, gelekên wan bi zindîqî, bi pîncîtî paşnavên irqçî, antî-kurd û pêkenok li pêşiyên me kirine. 

Lê îro em ne mecbûr in wan paşnavan li ser xwe bihêlin, kkesên bîrewer, kesên xwe kurd dibînin dibê paşnavê ”Turk, Ozturk” û yên wek wan li ser xwe nehêlin, ji nasnameya xwe bavêjin.
Dinya jî xera bibe tirkek paşnavê ”Kurd, Ozkurd” li ser xwe qebûl nake. Lê kurd qebûl dikin. 

Çimkî bi aqil, bi ruh ne kurd in, lema jî ji paşnavên tirkî yên irqçî, antî-kurd aciz nabin.

Şermeke mezin e paşnavê kurdekî hîn jî "Turk, Ozturk" û nizanim çi turk be!

Hin kes dibêjin guhertina paşnav ne hêsa ye, gelek gelş û astengiyên wê hene.
Ez ne di wê baweriyê da me.  Guhertin ne zor e, pir rehet e. Berê ji bo guhertina paşnav gerek meriv li mahkimê doz vekira. Nuha ev yek ne lazim e. Meriv erzûhalkê dişîne ji makimê ra mesele diqede.

Daxwaznameya guhertina paşnav heye, meriv wê dadigre û dide mahkimê. Mesref jî 1050 lîreyê tirk e, yanî ne pir e.

Lê prosedur çi be jî wek kurdekî meriv paşnavê ”Turk, Ozturk, Turkeqûl” li ser xwe nahêle.

Normaldîtina van paşnavan, aciznebûna ji van paşnavên irqçî, antî-kurd ne rast e, şermeke mezin e.

XXX
Saet ji 12a da ye li Stockholmê ximîna baranê ye, qet venekiriye. Erd di ber çû. Ciyê me blind e, tiştek bi mala me nayê, lê hin derên kort nuha di bin avê da mane. Belkî li gelek deran lehî rabûbe.
Xwedê kir kusêxê me li ser mitekê ye, baran çiqasî bibare jî lehî ranebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE