04 oktober 2023

Gayê soro bira min tu bifrota...

Serê sibê ya elah, ya fetah naxwazim we bînteng û xemgîn bikim. Derdê we berê besî we ye. Em kurd bûne kela derd û kulan, derdên dinyayê, gelş û belayên dinyayê gişk bûna para me kurdan.
Ji dêlî we xemgîn bikim, ezê çend gotinan bi êrifî bibêjim, ya nî bi zimanê ezop bibêjim.

Çimkî her mange tê dotin, lê her gotin hertim nayê gotin.

Go gayê soro bira min tu bifrota, min eyb û udrên te gişk bigota.

Lê gayê sor nayê firotin. Heta sax be ewê li ber malê be, derdan li derdan zêde bike. Girêka gûyîn e, ne bi desta vedibe, ne bi dirana.

XXX
Pîvana kurdperweriyê ya hin camêr û canikan hevaltiya partiya wan e, hezkirina ji serokê wan e.

Heger tu ne piştgirê wan bî, tu ne heyranê serokê wan bî, tu çi bî, çi bikî jî tu merivekî ne baş î û ne miletperwer î.

Dema tu şaşiyên partiya wî û serokê wî bibê jî ji xwe tu ji bin da merivekî ne baş û nerind î. Serokê wî merivekî bêqusûr e, çi bike, çi bibêje rast e, dibê meriv jê ra li çepika xîne, bijêje ”her bijî” !

Dibê meriv wiha nefikire. Kurdperwerî ne girêdayî piştgiriya partiyekê û mirîdiya serokekî ye. Tu serok ne pêxember e, dibê meriv bi wî çavî li tu însanî nenêre.

Ya din her kes ne mecbûr e wek meriv bifikire, siyaseta meriv, tercîhên meriv rast bibîne.

Pîvana welatparêziyê, kurdperweriyê şêla meriv ya li hemberî dewleta dagirker e, dibê ne heval û dostê dewleta dagirker be.


XXX

Mêrik bûye serokê welatekî lê tu ferqa wî ji berxekî mîjo tune ye, tu carî têr nabe, tim birçî ye. Fedî û heya jî li balê tune.

Meriv ji ruyê wî fedî dike, ew ji qûna meriv fedî nake. Hewqasî bêrû ye.

Bûye zîha, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî, qaçaxçiyên koçberan, çeteyên narkotîkayê çiqasî didinê jî têr nabe. Devê wî tim ji hev ve, dibêje hinekî din…

Hetanî ew li ser hukim be rehetî Ewrûpayê ra tune ye. Yekîtiya Ewrûpayê butça xwe gişî jî bidê ne têr dibe, ne jî dev ji nerindiya xwe berdide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE