Dibêjin gava xerab were bira nabe pîbar û hefadê birê, ruyê xwe ji ber diguhere. Nuha em dibin şahidê vê rastiyê.
Hin kes ji ber îşkence û zulma Tirkiyê û Îranê reviyane, xwe avêtine dexlê birayên
xwe yên başûr. Birayên wan mil nedane ber wan, ew neparastine; ew bêpişt hîştine, bera çolê dane, ew mecbûrî koçberiyê kirine.
Biratî, dostî, hevaltî ne di rojên fire da, di rojên teng da xuya dibe.
Birayê di roja teng da min neparêze, nebe hefadê min ne tu bira ye; ne dîwarekî saxlem e meriv kanibe pişta xwe bispêrê.Bivê nevê ev tirsonekî û bêwefayiya birayê meriv, meriv xemgîn û xeyalşilestî dike.
Lê dinya ne sal û carek e, meriv nizane çi li pêşiya meriv e, îro ez motajî te me, sibe tu yê motajî min be.
Pêşiyên me gotiye, bira birayekî min hebiya, bira dîne
rentele biya, wê rojekê sitara serê min biya.
Gotineke pir rast e, dibê wiha be. Lê hin birayên me yên başûr îro vê biratiyê
nîşanî birayên xwe yên bakur û rojhilat nadin, wan ji gef û êrîşên dijmin
naparêzin, wan mecbûrî terkîwelat dikin.
Wext û zeman pir xera bûye, berjewendiyên şexsî di ser biratiyê ra, di ser
berjewendiyên netewî rat ê dîtin.
Biratî ew e dema tu ketî erdê dibê birayê te bi destê te bigire, te ji erdê
rake; nek u destê xwe ji destê te bikşîne, te li erdê bihêle.
Lê derwran ne ew dewrana berê ye, bext nemaye, bira xwe ji biratiya hev bêrî
dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar