05 oktober 2023

Tirkiye dixwaze vê carê rojavayê Kurdistanê gişî dagir bike

Ji beyana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û gefên wî xuya dibe biryar dane êrîşeke mezin bibin ser rojavayê Kurdistanê.

Tiştê meriv ji beyana Hakan Fîdan fahm dike, vê carê hedefa wan dagirkirina tevayiya rojavayê Kurdistanê  ye.
Dixwazin herêmên di destê kurdan da wek Efrînê û Serêkaniyê dagir bikin, kurdên mane jî ji Kurdistanê derxînin. 
Ev gefeke pir cidî ye, eşkerekirina qetlîameke mezin e.

Heger PKKê tiştekî wiha nexwesta dînîtiya Enqerê nedikir, du xortên wek şêran belasebeb nedidan kuştin û ev qulpa nedida destê Tirkiyê.

Helbet bûyera Anqerê hinceteke vala ye û berradayî ye, Tirkiyê jê tu zirar nedîtiye. Tu têkiliya wê bi rojavayê Kurdistanê tune ye.

Lê Tirkiye ji bo ku êrîşî rojavayê Kurdistanê bike  meselê mezin dike, çimkî ji zû da ye li qulpeke wiha digeriya. Dibê PKKê ev qulp, ev bahane neda destê Tirkiyê.

De bira PKK were rê li ber êrîşa Tirkiyê bigire.
Hêza kurdan têra rawestandina êrîşê nake. Kurd çiqasî li ber xwe bidin jî têrê nake.

Li Efrînê eynî tişt bû. Keç û lawên kurd li Efrînê tam du mehan wek şêr û şepalan li ber xwe dan, bi sedan şehîd ketin, lê têrê nekir; Efrîn ket destê dijmin.

Li Serêkaniyê jî eynî tişt bû.
Kurd li bajaran nikanin zora Tirkiyê bibin, ev ne mimkûn e. Di şerê xendekan da ev malwêranî hat dîtin. Him gelek bajarên me wêran bûn, him jî bi hezaran zarokên me şahîd ketin.

Miletê kurd madî, manewî, rphî, psîkolojîk zirareke mezin dît.
Hêvî dikim Amerîka û Fransa rê li ber Tirkiyê bigirin, nehêlin Tirkiyê êrîşî bike.

Heger Amerîka sistiyê bike, nikanibe Tirkiyê bisekinîne rewş pir xerab e, ewê tevayiya rojavayê Kurdistanê wek Efrînê û Serêkaniyê dagir bikin.

Bi şer, bi kuştina çend pûlis û leşkaran PKK ninake zora Tirkiyê bibe. Ev 40 sal e ev yek tê ceribandin.
Şerê çekdarî rola xwe lîst, fêda kanîbû bi dest xista bi dest xist.
Lê teqandina bombeyan, întîxarên li vir û li wir, kuştina çend leşker û pûlisan tu fêdê nadin kurdan, Tirkiye bi çalakiyên wiha têk naçe. Dibê PKK êdî vê rastiyê bibîne.

Bi teqîna Anqerê PKKê çi bi dest xist, çi fêde gîhand kurdan?
Bira fêde li wir bimîne zirar da xwe û miletê xwe. Dost û dilxwazên kurdan jî teqîn şermezarkirin û pi

Ştgirî dan Tirkiyê. Di vê serdemê da tu kes, tu dewlet piştgiriyê nade bûyerên wiha, ji bûyerên wiha ra her kes dibêje teror.
Di întîxarê da çend pûlis û tirk bihatana kuştin çi fêda wê hebû?

Tirkiye jî ewê gund û bajarên rojavayê Kuridistanê bombebran bike, bi sedan kesî bikujin.

Yanî tiştê zirara meriv tê da hebe dibê meriv neke. Ne ku şerê çekdarî ne heqê me ye. Çi xebat, çi çalakî dibe bira bibe, gava li zirara meriv be dibê meriv neke.

Dijminê meriv bi sîleh be meriv xîçan, keviran navêje jê da. Tu xîçekî, xilikekî, kuçekî bavêjê, ewê jî te gulebaran bike, te bombebaran bike, te bikuje; bajarên te wêran bike. Tiştê PKK dike û li Anqerê kir ev e.

Hêvî dikim Amerîka, Fransa û hêzên hevpeyman bikannibin rê li ber êrîşa Tirkiyê bigrin, nehêlin bi sedan kurd werin kuştin, bi hezaran koçber bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE