06 oktober 2023

Amerîkayê li Kurdistan Rojava sînyaleka cidî da Tirkiyê


Amerîkayê do li rojavayê Kurdistanê, li Hesekê dronereka Tirkiyê xist. Li rojavayê Kurdistanê ji alî Amerîkayê va xistina dronereka Tirkiyê bûyereke mezin e. 

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick Ryder do got rast e, me li rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyeyê xistiye.

Tirkiyê berê înkar kir, lê dûra qebûl kir. Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler bi wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyod Austin ra peyivîye. Ji hev ra çi gotine em nizanin.

Li rojavayê Kurdistanê ji alî Amerîkayê va xistina dronereka Tirkiyê ji bo me kurdan bûyereke mezin e.

Ev yek nîşan dide heger Tirkiye gurra Amerîkayê neke, bêyî haya Amerîkayê Kurdistanê bombebaran bike Amerîka ewê lêxîne. Hêvî dikim wiha be, ne ev bûyer tenê be.

Li ser bûyerê berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê gotiye:

“Me ji Tirkiyê xwestiye li Sûriyê ji bo operasyonên xwe yên leşkerî bi me ra hevkariyê bike, li Hesekê xistina drona Tirkiyê xweparêzî bû.”
Diyar dibe di êrîşên do û pêr da Tirkiyê haya Amerîkayê pê nexistiye û bi îhtîmaleke mezin guh nedaye daxwazên amerîka yê sekinandina êrîşan. 

Amerîka gotiye bisekinin, tirkan guh nedanê, li ser vê amerîkayê droneka wan xist.
Tirkiye ewê êrîşên xwe bisekinîne ya na hîn ne diyar e, rojên pêş ewê nîşan bide. 

Heger êrîşan nedomînin maneya xwe Amerîka cidî ye, heger bidomînin Amerîkayê bersîvê bide.
Lê heger îro sibe dîsa hin deran bombebaran bikin tê wê maneyê Amerîkayê destûr daye.

XXX

Tirkiyê do înkar kir, got dronera li Kurdistana Rojava hatiye xistin ne ya me ye. Piştî beyana berpirsiyarên amerîkî Tirkiyê dev guhert, xistin qebûl kir.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îro jî gotiye, xistina dronera me tu tesîrê li operasyona me nake, emê êrîşên xwe bidomînin.

Tesîrê dike nake ne diyar e, ev îş bi fortan nabe. Bira Amerîka destûrê nede weleh hûn nikanin xîçikekî jî bavêjin ji kurdan da.

Heger hûn bikanibin hûnê qirra kurdan bînin, ev rast e, em bi viya baş zanin.

Lê rûvî ji baranê bitirsiya ewê ji xwe ra kurkek çêkira. Bêyî liberxwedanê tu riyeke din li ber kurdan tune ye. Şer têkeve nav hebina ji xwediyan xurtir kes tune. Kurd jî hetanî kanibin ewê li ber xwe bidin.

 

XXX

Dibê meriv şaşiyên PKKê bibêje, dema gaveke şaş avêt, dema karekî şaş, xerab kir rexne bike. Min çalakiya PKKê ya li anqerê kir rexne kir.

Lê bûyera PKKê êrîşên Tirkiyê ser gund û bajarên kurdan, ser xelkê siwîl meşrû nake.

Hebûna dewletên dagirker li Kurdistanê ne meşrû ye, ew dagirker in. Êrîşên, qetlîamên dagirkeran tu carî ne meşrû û bi heq e.

Biheqdîtina bombebarên Tirkiyê ser rojavayê Kurdistanê rûreşiyeke mezin e, şelafî û zilamtiya Tirkiyê ye.

XXX

Tirkiyê bi droneran li rojavayê Kurdistanê çend gundên Amûdê, bendav a Çilaxayê, sentrala elektirîkê ya Qamîşloyê û gelek derên muhîm bombebaran kirine.

Bi zanetî bombebarankirina hedefên siwîl, depoyên avê, sentralên elektirîkê sûcekî mezin e, li dijî qanûnên şer yên navnetewî ye.

Tiştê Tirkiye dike sûcekî li dijî însanîyetê ye, nabe meriv bi zanetî xelkê sivîl tî û birçî, bêav bihêle.

Dibê Amerîka, Neteweyên Yekbûyî li dijî vê barbariya Tirkiyê derkevin.

Tu têkiliya xelkê rojavayê Kurdistanê bi şerê PKKê û Tirkiyê tune ye, PKK li Amûdê, li Qamîşloyê tune. Sebebên Tirkiye ji bo van êrîşên xwe yên hovana nîşan dide pûç û vala ne; sebeb kîn û nefreta li dijî kurda ye, nefreta ji miletê kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE