07 oktober 2023

Tirkiye wêrankirina Kurdistana Rojava didomîne, dinya lê temaşe dike !

Tirkiye bi rengekî wahşîyane bombebarankirina bajarên Kurdistana Rojava didomîne.

Balafirên Tirkiyê, Kobanê, Amûdê, Qamîşloyê, Dêrikê û gelek derên din ji do da ye bombebaran dikin.

Gelek mirî û birîndar hene. Ji ber ku depoyên avê, sentralên elektirîkê bombe kirine, li van bajaran milet di tariyê da ye û bêav e. Bajar li kurdan kirine dojeheke rastîn.

Amerîka, Hêzên Hevpeyman beyanên li dijî êrîşan didin, lê Tirkiye guh nade daxwazên wan. Tirkiye bêyî zorê ji tu zimanekî din fêm nake. Kîn û nefreta serokên tirk a li hemberî kurdan ji ya nazîyan a ji cihûyan gelkî mezintir e.

Tiştê Tirkiye nuha li Kurdistana Rojava dike jenosîda miletê kurd e, sûcekî li dijî qanûnên şer e, li dijî mirovahiyê ye.

Di vê sedsalê da barbariyeke wiha nehatiye dîtin.

Kurdên hîn jî hevalên vê hukûmetê ne, hîn jî ji AKPê dûr nakavin şirîkên vî sûcê mezin in, dibê meriv wan jî ji bîr neke. Ew jî di cepheya dijmin da ne.

Bala xwe bidinê ji partiyên mixalif qet deng dernayê, tu kes li dijî vê wahşeta hukûmet li hemberî kurdan dike dernakeve, kes hukûmetê, Erdogan rexne nake. Maneya xwe ev qetlîam bi dilê wan e jî, ew jî vê wahşetê li hemberî kurdan rewa dibînin.

XXX

Tirk, siyasetmedar û dîroknasên tirk, serokên tirkan ne bi medenîyeta xwe, ne bi keşf û îcadên xwe, bi talan, feth û dagirkirinên xwe, bi kuştin û qetlîamên xwe yên li hemberî miletên din pesnê xwe didin, zarokên xwe bi vê kulturê mezin û perwerde dikin.

Hîn jî dev ji van talan û qetlîamên xwe bernedane. Li Kurdistana Rojava, li ber çavê dinyayê kurdan qir dikin, bajaran bi wahşeteke nedîtî bobe dikin, dişewitînin.

Tu ferqa tiştê Tirkiye nuha li Kurdistana Rojava dike ji kirinên nazîyan, ji wahşeta Hîtler ne kêmtir in.

XXX

Li hemberî wahşeta Tirkiye li Kurdistana Rojava dike meriv ji hêrsa, ji bêçaretiyê, ji ber ku em nikanin bersîveke xurt bidin van barbaran lal dibe, li ser goştê xwe hûr dibe.

Gava xelk hewqas zulmê li meriv bike, bajarên meriv wêran bikin û meriv nikanibe tiştekî bi vî neyarê har bike pir zor e. Meriv xwe wek êsîrekî dest û nig girêdayî, di qefesê da his dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE