07 oktober 2023

Payiz rengîn e, dest û guhan dicemidîne

Îro him rojeke payizê ya pir sar bû, him jî bayekî zêde hebû. Meriv di ber bê diçû. Em qefilîn. 
Lê payiza zêrîn û rengîn e, helbet hewa ewê sar be, helbet ewê ba û baran be, darên bixemilin, xweza ewê biguhere.

Ba zêde bû, me gerra xwe dirêj nekir, piştî saet û nîvekê(6 km) em revî, revî vegeriyan hêlîna xwe ya germ.

Xanimê tedbîra xwe girtibû, kumekî germik dabû serê xwe, lepikekî rîsîn kiribû destê xwe. Serma, merma qet ne xema wê bû.

Min ne kum dabû serê xwe, ne jî lepik kiribû destê xwe. Ji sermê dest li min bûn terik.

Cara pêşî ye payiz hukmê xwe wiha nîşan dide, dest û guhan li me dicemidîne.

Payiza rengîn îro xwe baş nîşanî me da, pel bi daran va nehîşt.
Payiz demsaleka dûmdirêj e, geh xweş dike, geh reş dike.
Ciwanî bihar e, pîrî payiza umir e.

Ji nuha û pê da dibê ez qerpalên xwe yên payizê li xwe kim.

Payiza rengîn demsaleke ez pir jê hez dikim, dixwazim wer li derve, li daristanê bigerim, têr li darên rengîn, li peleên weşyayî temaşe bikim.
Tirkan ev payiz li min û li me kurdan kiririn jahr, kirin payizeke xemgîniyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE