07 oktober 2023

Hamasê şerekî mezin da destpêkirin

HAMASê vê carê êrîşek pir mezin biriye ser Îsraîl. Bi sedan çekdarên Hamasê ketine nav bajarên Îsraîl, bi sadan swîl û esker kuştine, bi sedan jî êsîr girtine.

Yanî êrîşa vê carê pir mezin e, dişibe êrîşa El Qaîde ya 11ê îlona 2001ê ya terorîst.
Ev ne îşê Hamasê tenê ye, miheqeq Îran û hin dewletên din jî li pişt haziriya vê qetlîama mezin hene.
Hemas gelek vîdeoyên vê teror û barnariyên xwe yên li hemberî xelkê sivîl, kesên êsîr girtine belav dikin, bi şahî pîroz dikin. Meriv wahşetê pîroz nake, pê serbilind nabe. Kurmê şîrî heta pîrî.

Filistînî jî wek hertim ji vê terora mezin ra li çepikan dixin. Lê dibê neyê ji bîrkirin, şer bêxisar nabe. Îsraîl ewê sed qatê wan bike. Şer ewê pir mezin û berfireh bibe.
Yanî ev tirr ewê ji Hamasê ra nemîne, Îsraîl ewê derbek mezin li Hamasê û filistîniyan xîne. Şer ewê pir mezin bibe.

Dinya matmayî maye, her kes dibêje, HAMASê çawa kanîbû ji hewa, ji reşayê û ji bahrê êrîşeke hewqasî mezin, bêyî ku artêş û îstîxbarata Îsraîl pê bihesîne bibe serî?
Tiştê bûye ji bo artêş û îstîxbarata Îsraîl malwêraniyeke mezin e, wer xuya dike dengê defê ji dûr va xweş tê. Îstîxbarat û haziriya Îsraîl di binê sifirê da ye.

Belkî Hizbilaha Lubnanê û hin dewletên din jî têkevin şer. Îhtîmala serî bigihîje Îranê jî heye.
Bi êrîşên wiha, bi kuştina sivîlan gelşa nabêna filistîniyan û Îsraîl çareser nabe. Dibê HAMAS û filistînî vê yekê fêm bikin û li riyeke din bigerin.

Bi êrîşên wiha filistînî nikanin tiştekî bi dest xînin, ewê tim li zirarê derkevin.

Piştgirên filistîniyan pir in. Çend sebebên vê piştgiriya filistîniyan hene.
Ji van sebeban yek, 23 dewletên ereban û dinya îslamî li pişt filistîniyan in.
Sebebekî din jî antîsemîtîzim e. Antisemitizim li Ewrûpayê pir xurt e.

Dibê meriv viya jî bibîne, ne nazîst tenê, alema îslamî û tevgerên çep jî antîsemîtîst in.

XXX

Tirkiye bi hovîtiyeke mezin bajarên Kurdistana Rojava bombebaran dike. Di bombebaranan da gelek depoyên avê, sentralên elîktirîkê hatine xerakirin. Li Amûdê, Qamîşloyê, Dêrikê, Hesekê xelk bê elektirîk û bê av e.

Tiştê Tirkiye dike sûc e, li dijî qanûn û peymanên şer yên navnetewî ye.

Ji hêz û partiyên kurd hetanî nuha tu reaksîyoneke xurt nehatiye nîşandan. Şerm e, dibê partiyên kurd hemû bi hev ra vê barbariya Tirkiyê protesto bikin. Di rojeke wiha da jî bêdengmayin şeremeke mezin e.

Problemên bi PKKê ra di rojeke wiha da dibê nebe sebebê bêdengmayina êrîşên Tirkiyê ser miletê kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE