08 oktober 2023

Derxistina şer rehet e, sekinandin zor e

Tu dibêjî belkî xerabên dinyayê giş, zalim, zebanî û şerxwazên dinyayê giş li herêma me, li coxrafiya me kom bûne.

Rewşa welatê me, ya herêma me pir xerab xuya dike. Wek sîtileke li ser êgir, pilqe pilqa wê ye dikele. 
Hamasê şer derxist, lê ev şer ewê here bigihê ku, kînga biqede ne diyar e.
Miletê herî zeîf, herî bêkes û bêpişt em kurd in. Lema jî Tirkiye Kurdistan Rojava her roj bombeyan bi ser serê me da dibarîne.

Êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û başûr ne bes bû, şerê filistîniyan û Îsraîl jî xwe da ser.

Şer vê carê ewê gelkî mezin û berfire bibe. Însanên ham û tam jî ewê di vî agirî da bişewitin.


Wa ye Hizbullaha Lubnanê jî xwe tevî şer kiriye. Şer ewê ewê mezin bibe.

Yê li pişt HAMASê û Hizbullahê Îran e, bi îhtîmaleke mezin yê ev êrîşa mezin ji Hamasê ra li hev ragirt jî Îran e.

Îranê gelek sîleh, fuze û cebilxane daye Hamasê.
Bi vê êrîşa mezin Îsraîl şeqizî. Derket ortê îstîxbarata Îsraîl sifir e, parastina wan sifir e.

Hetanî li Tirkiyê Erdogan, li Îranê mele li ser hukim bin li herêma me rehetî tune ye, şer û teşxele tu carî nasekine.

Herêma me, alema îslamê embara merivên pîs û xerab in. Tu dibêjî belkî xerabên dinyayê giş li vê coxrafiyê kom bûne. Dilên gişan reş e, giş li dû şer û xerabiyê ne, zalim in, heqnenas in, bêûjdan û bêmerhamet in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE