08 oktober 2023

Çepên tirk ji berê û ber da antîsemîst in

Çepên tirk, partiyên wan gişan bi retorîkeke nazîyan piştgiriya êrîş Hamasê kirine, ji terora wê ra li çepikan xistine.

Çepên tirk jî wek îslamîstên tirk antîsemîst in. Lema ev piştgiriya wan ne tiştekî ecêb e.
Tirkiyê çar rojan Kurdistana Rojava bombebaran kir kes li dijî hovîtiya Tirkiyê derneket, kesî piştgirî neda kurdan. Lê ji terora Hamasê ra li çepikan dixin.

Heger eynî tişt PKKê li Tirkiyê û li hemberî tirkan kiriba ma ewê piştgirî bidana PKKê?
HUDAPARê ewê bigota, ”her bijî PKK”!

Gava PKK tiştekî herî biçûk dike teror e, lê gava HAMAS dike rast e, qehremanî ye, çepên tirk û HUDAPAR jê ra dilîrînin, li çepikan dixînin.

XXX

Li ser banga Hudaparê bi hezaran kes li Batmanê û amedê ji bo piştgiriya Hamasê daketine kolanan, slogana "bijî Hamas" qîriyane. Sê roj in Tirkiyê Kurdistana Rojava bombe dike, deng ji Hudaparê û ji kurdên qetlîama Hamasê diparêzin derneket.

Li hemberî vê piştgiriya Hudaparê û kurdên bêhiş a wahşeta Hamasê meriv lal dibe.

Însan çawa kane hewqasî neyarên qewmê xwe bin meriv fêm nake.

Careke xuya bû Hudapar û kurdên pê ra ne ne kurd in, neyarên miletê kurd in, eskerên Tirkiyê û filistîniyan in.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan kîn û nefreta xwe li hemberî kurdan dîsa verşiya ye, gotiye, ”tirsa emê şevekê ji nişka ve werin ewê tim di dilê wan da be.”

Mêrik li ser serê me bûye wek boxeyê çavsorkî bibe.

Gava navê Kurdistana Rojav dibihîze bi cina dikeve, dev li kevir û daran dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE